Girtina îfadeyên rojnamegeran dest pê kir

  • 19:41 15 Sibat 2024
  • Rojane
ÎZMÎR- Li Îzmîrê di 13’ê Sibatê de bi ser malan de hat girtin û 6 rojnameger hatibûn binçavkirin. Girtina îfadeyên rojnamegeran destpê kir.
 
Li Îzmîrê di 13’ê Sibatê de di serdegirtina malan de Nûçegîhana JINNEWS’ê Melîke Adydin nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney, nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Fatma Funda Akbulut hatin binçavkirin.Hat hînbûn ku dest bi girtina îfadeyên rojnamegeran hatiye kirin. Tê payîn ku sibê jî rojnamegeran wê derxin dozgeriyê.