Di Nobetên Edaletê de 15’ê Sibatê hat protestokirin

  • 17:38 15 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê yên ji aliyê xizmên windayan li gelek bajaran hatibûn destpêkirin didomin. Di çalakiyên Nobetên Edaletê de komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat protestokirin.
 
Nobetê Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin didomin. Di Nobetê Edaletê de komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat protestokirin û hat diyarkirin ku bi berxwedana Abdullah Ocalan komplo negihiştiye armanca xwe.
 
Êlih
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê di roj a15’an de berdewam kir. Nûnerên xistinên civaka sivîl û siyasetmedar çûn serdana kesên di nobeta edalaetê ya li avahiya DBP’ê ne. Yên tevli nobetê bûn ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin. Di nobetê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
 
Stenbol
 
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê jî di roja 66’an de li avahiya DEM Partî ya Esenyurtê berdewam kir. Xizmên girtiyan balkişandin ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û dayikan laçikên reş dan serê xwe. Bi wesîleya salvegera komployê sînevîzyonek hat nîşandan.
Li aliyê din sibê wê Nobetên Edaletê bibin avahiya DEM Partî ya Kuçukçekmeceyê.
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya Mêrdînê li avahiya DBP’ê ya navendê pêk hat. Gelek kes çûn serdana Nobeta Edaletê û perwerdehiya Kurdî hat berdewamkirin. Çalakgeran mijarên der barê komployê de nîqaşkirin û li ser çapemeniya civakî jî Meşa Azadiyê şopandin. Dayika Aştiyê Halîme Kaya axivî û got: “Ez vê rojê lanet bikim.Ev têkoşîna me ji bo serokatiya me ye. Bila her kes vê bizanibe. Em ji bo serokatiya xwe têdikoşin.
 
Dayika Aştiyê Mehdiye Yalçin got ew dixwazin Abdullah Ocalan azad be û aştî pêk bê. Remziye Akar jî got bila aştî û azadî bê û gel aramiyê bibînin.