Komploya 15'ê Sibatê li Kurdistan û Tirkiyeyê hat şermezarkirin

  • 16:49 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran Kurdistan û Tirkiyeyê Komploya Navneteweyî bi çalakiyan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em ê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd misoger bikin. Em di vê mijarê de bi biryar, bi bawer û serkeftî bin.”
 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate dayîn û di 15’ê Sibata 1999’an de bi anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re berdewam kir, kete sala 25’emîn. Komploya navneteweyî ku gelê kurd û dostên wan weke “Roja Reş” bi nav dikin, îro li gelek bajaran hate protestokirin. Di daxuyanî û çalakiyan de daxwaza azadiya Abdulah Ocalan hate kirin. 
 
Îzmîr
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGETUHAYDER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên  Xizmên Xwe Windakirina re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) bi boneya salvegera komploya navneteweyî li avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Li eywana daxuyaniyê “Em Meşa Azadiyê silav dikin û komploya navneteweyî şermezar dikin” hate daliqandin. 
 
Rêveberê DBP’ê yê Herêma Egeyê Yahya Keser di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me ev komploya navneteweyî ya li dijî pêşeroja demokratîk û aştiyane ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, tevî gel û baweriyên xwe bi saya berxwedaneke xurt vala derxist. Ji bo pêşerojeke demokratîk û aştiyane, banga me li hemû gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ew e ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi berpirsyartiya xwe ya têkoşînê rabin.” 
 
Şirnex 
 
DEM Partî ya Şirnexê jî xwest bi heman boneyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide. Lê belê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan ketin û derketina avahiya partiyê girtin û endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Sarûhan ku bertek nîşanî dorpêça polîsan da hate binçavkirin.  Tevî hemû astengkirinan jî li ber avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen daxuyanî xwend. Abdullah,  diyar kir ku armanca komploya navneteweyî teslîmgirtina gelan bû û ev tişt anî ziman: “Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê pêngava herî girîng a dîlgirtinê bû ku desthilatdarên cîhanê û herêmê dixwestin li ser gelên herêmê ferz bikin. Xwestin di bi komploya li dijî birêz Ocalan re li Rojhilata Navîn jiyana hevbeş, siberoja demokratîk, aştî û îstiqrarê belav bikin. Hêzên tarî ku bandora birêz Ocalan a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û hêza wî ya di avakirina jiyana demokratîk de dizanin, komploya navneteweyî plan kirin û xwestin di şexsê birêz Ocalan de hemû gelan teslîm bigirin. Em ê rastiya ku Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê hatiye têkbirin qebûl bikin, berxwedana xwe mezin bikin û şert û mercên ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze ava bikin. Em ê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd misoger bikin. Em di vê mijarê de bi biryar, bi bawer û serkeftî bin.”
 
Sêrt 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Sêrtê jî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hevserok û rêveberên DBP’ê û DEM Partiyê, namzetên hevşaredariyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. 
 
Mêrsîn 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî xwest têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. Beriya daxuyaniyê, ketina avahiyê ji hêla polîsan ve hate girtin. Girseya ku xwest li pêşiya avahiyê daxuyaniyê bide bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” astengkirin protesto kirin. Piştre jî girseyê di nava avahiyê de daxuyanî da. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Hevalên me yên ku ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehê ketine greva birçîbûnê hene. Her wiha dayikên me hewl didin bi Nobeta Edaletê bibin dengê girtiyan. Daxwaza tevahiya derdorên civakê ew e ku tecrîd bê rakirin. Di serî de pirsgirêka kurd, heke em bixwazin tevahiya pirsgirêkên civakê çareser bikin, divê ji ewil tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.” 
 
Colemêrg 
 
Rêxistinên DEM Partiyê yên Colemêrg û Geverê jî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî sînevîzyoneke ku pêvajoya 25 salan a komployê vedibêje pêşandan. Bername li avahiya partiyê hat lidarxistin û gelek endamên partiyê û kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn di bernameyê de axivî û got ku ew komploya navneteweyî şermezar dikin. Şahîn, anî ziman ku ji bo aştiyê divê tecrîd bê rakirin. Li Geverê jî li navenda koordînasyona hilbijartinê ya DEM Partiyê ya navçeyê sînevîzyon hate pêşandan. Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, tecrîda ku di şexsê wî de hatiye destpêkirin û li ser hemû qadên civakê hatiye belavkirin û komploya navneteweyî vala derxist û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne.” Piştî axaftina Sevmez, sînevîzyona ku pêvajoya komployê vedibêje hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê, welatiyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.