Li bajarên Serhedê komplo hat şermezarkirin

  • 16:28 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên serhedê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, li gelek bajarên Serhedê komplo bi daxuyaniyan  hat şermezarkirin. 
 
Wan
 
Li Wanê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Kolana Hunerê daxuyaniyek hat dayîn. e çapemeniyê hat dayîn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), ÇEV-DER û gelek saziyên sivîl tevlî daxuyaniyêbûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bimre Komploya 15'ê Sibatê” hat vekirin. Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babur axivî û banga rakirina tecrîdê kir. 
 
Mûş
 
DEM Partî ya Mûşê jî civîneke capemeniyê li dar xist. Gelek kes tevlî civînê bû. Di civînê rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat ziman û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. 
 
Erdexan
 
Li Erdexanê jî DEM Partî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl tevlî civînê bûn. Di civînê de behsa rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Bedlîs
 
Li Tetwanê DEM Partî daxuyaniyek hat dayîn û nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin" vekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan ji gelan re bûye hêvî.