Nobeta li Wanê: Mifteya Aştiyê li Îmraliyê ye

  • 16:10 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Li Wanê çalakiya Nobeda Edaletê 73 roj in didome û îro ev peyam hat dayîn: "Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye."
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 73 roj in didome. 
 
Îro Rêxistina Partiya Wekvevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seravê û şêniyên taxa Cevdetpaşa û Cumhuriyetê ya Rêya Armûşe serdana çalakiyê kirin. 
 
Di çalakiyê de Dayika Aştiyê Aynur Hayat Atabay axivî û got: "Divê birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Nêzî 3 meh in em çalakiya xwe didomînin. Îro 15'ê Sibatê ye. 15 roj in Meşa Mezin a Azadiyê bajar bi bajar ligel şert û mercên hewayê meşa xwe berdewam kirin. Meşvan xwestin dengê xwe ragihînin cîhanê. Divê êdî tecrîda li hemberî Birêz Ocalan bê bidawîkirin. Em wek dayik dibêjin êdî bes e. Divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin ji ber ku mijteya aştiyê li Îmraliyê ye. Heke derî vebe dê pirsgirêk çaser bibe." 
 
Çalakiya nobedê bi berzkirina dirûşmeyan didome.