Asayîşa Silêmaniyê meşa ji bo 15’ê Sibatê asteng kir

  • 15:59 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Biryar bû îro li Silêmaniyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî bihata lidarxistin, lê Asayîşa Silêmaniyê astengî ji meşê re kir û zêdetirî 20 kesan hatin binçavkirin.
 
Îro 25 salên Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temam dibe. Li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, Gelê Kurd û dostên wan li ser linganin û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin û Komploya Navneteweyî şermezar dikin.
 
Duh hatibû ragihandin ku wê îro bi boneya salvegera Komploya Navnetweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Silêmaniyê meşek girseyî bihata lidarxistin.
 
Lê Asayîşa Silêmaniyê rêgirî li meşê kir, zêdetirî 20 kes hatin binçavkirin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.
 
Di nava kesên hatîn binçavkirin de Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî Tara Hisên û Selam Ebdula, her wiha Hevserokên Navenda Tevgera Azadî ya Silêmaniyê û hinek endam û welatparêzên din hene.