Di Nobeda Edaletê de Komplo hat şermezarkirin

  • 14:47 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Di Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di roja 71'ê de  dewam dike, kesên tevli çalakiyê bûn kincên reş li xwe kirin û komplo şermezar kirin.
 
Çalakiya greva birçînnê ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsigrêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 27'ê Mijdara 2023'yan de hat destpêkirin di roja 81'ê dewam dike û Nobeda Edaletê ya ku hat destpêkirin jî di roja 71'ê de ye. Çalakî li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezana Amedê dewam dike.
 
Îro bi minasebeta salvegera Komploya 15'ê Sibatê kesên tevli çalakiyê bûn kincên reş li xwe kirin, komplo şermezar kirin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.