Ji Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê banga tevlîbûnê meşa li Kolnê

  • 12:34 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê ji bo meşa li Kolnê ya 17'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin, ku wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin.
 
Bi navê saziyên; Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê daxuyaniyek da.
 
Di destpêka daxuyaniyê de komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin û hate gotin, "Armanca vê komployê tarîkirina roja Kurd û Kurdistanê bû. Dijminên faşîst hêvî dikirin ku vê serhildana gelê Kurd a 29'emîn, ku Rêber Apo rêbertiya wê dike, wek serhildanên dawî têk bibin. Wan hesabê felsefeya Rêber Apo nekirin ku li tevahiya cîhanê belav bûye û hemû Kurd hişyar kiriye. Wan xwestin ku kesayeta Rêber Apo de Kurd û Kurdistanê dîl bigrin. Lê belê sekna gelê me, çalakiyên şervanên azadiyê, dîsa ku bi dehan welatparêzên dilsoz bi milîtanî bedena xwe ji bo şermezarkirina vê komployê dan ber agir, hesabên wan têk birin. Em ê heta dawiyê nehêlin ku hesabên dijminan bi ser bikevin."
 
Di daxuyaniyê de bang li hemû Kurdistaniyan bi taybetî jî civaka Êzidî hate kirin ku bi ruhê wan çalakiyên dema pêkhatina komployê tevbigerin, dengê meşa azadiyê ya Abdullah Ocalan bilind bikin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji her kesî zêdetir civaka Êzidî divê tevlî vê meşa azadiyê bibe û hate bibîrxistin ku di fermana dawî de ya ku Êzidî parast û birêxistin kir, felsefeya Kurd Abdullah Ocalan bû.
 
Di daxuyaniyê de işaret bi meşa li bajarê Kolnê ya 17'ê Sibatê hate kirin û bang li her kesî kir ku jiyana xwe ya şexsî rawestînin û wê rojê tevlî vê meşa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi rastî jî êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye. Em dubare bi vê munasebetê bang li her kesî dikin bi taybetî jî bang li civaka xwe ya Êzidî dikin ku tevlî meşa azadiya Rêber Apo ya li bajarê Kolnê bibin."

Etîketan:

tecrid Abdullah Ocalan