Ji TJA'yê daxuyaniya komployê: Em berxwedanê mezin bikin

  • 12:22 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
AMED – Di salvegera komploya navneteweyî de TJA'yê komplo şermezar kir û banga mezinkirina berxwedanê ya li dijî komployê hat kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî komploya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniya nivîskî da. TJA'yê da zanîn tecrîd bandoreke mezin li ser jin û civakê dike û banga berxwedana hevpar kir. 
 
'Tu hêz nikare têkiliya me û ya Ocalan qut bike'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê hêzên komploger bizanibin ku ne tecrîd ne jî polîtîkayên tarî û qirêj nikarin têkiliya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qut bike û wiha hat gotin:"Ji bo bidawîkirina rejîma tecrîdê û ji bo çareseriya meseleya kurd em 'Meşa Azadiyê ya Mezin' silav dikin. Divê demildest hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Em ê li dijî bêçareserî, înkar û qirkirinê bibin gavê paradîgmaya jina azad, ekolojîk û demokratîk a Abdullah Ocalan li dijî hêzên qirker, pêş xistiye. "
 
‘Wê li ser esasên Jin jiyan azadî serhildana me dewam bike’
 
TJA'yê herî dawî wiha got:"Em wekî TJA'yê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Wê li ser esasên Jin jiyan azadî serhildana me dewam bike. Em dixwazin hemû jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê piştgiriyê bidin têkoşîna meya ji bo azadiya Birêz Ocalan. Em di salvegera komploya navneteweyî de hêzên komploger şermezar dikin û em bang li civakê, saziyên navneteweyî dikin ku li dijî tecrîdê em têkoşînê mezin bikin, rizgariya civakî pêk bînin û li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê û sepanên li derveyî hiqûqî em edaletê biqêrin."