Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber komploya 15’ê Sibatê bazar girtîne

  • 11:56 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dikandaran dikanên xwe venekirine. Ji bo tevlêbûna meşan amadekarî têne kirin.
 
Îro salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalane, li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê welatiyan dikanên xwe venekirine û amadekariyên ji bo tevlêbûna meşa mezin a ji bo şermezarkirina komployê dikin.
 
Li aliyekî din xelkê herêmê li ser xaniyên xwe wêneyên Abdullah Ocalan danîne.
 
Li gelek deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dê îro meşên girseyî werin lidarxistin û ji bo tevlêbûna meşan amadekarî têne kirin.