Gulderen Varli: Çareserî Birêz Ocalan e

  • 09:06 15 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got navê çareseriya li Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e.
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê 25 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hatin destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. 
 
Di 1'ê Sibatê de jî "Meşa Mezin a Azadiyê" li Qers û Wanê hat destpêkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli ku di meşa azadiyê de cih digire der barê komplo û tecrîdê de axivî.
 
‘Serokwezîrê demî jî sedem lêpirsîn dikir’
 
Gulderenê daxuyakirin ku bi hevkariya dewletan komploya navneteweyî pêk hatiye û got: “Paradîgmaya Birêz Ocalan li alî jiyanê ye, tê de jin, ciwan û xweza heye. Panzehra li dijî dewletên kapîtalîst e. Birêz Ocalan bi komployekê teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Serokwezîrê demî jî sedema vê lêpirsîn dikir. Pirsgirêka navbera Kurd û Tirkan di esasê de li ser Birêz Ocalan kûr bû. Pergala Îmraliyê pergala navneteweyî ye. 25 sal in tecrîda giran heye lê ev zelal xuyaye; navê çareseriya li Rojhilata Navîn Birêz Ocalan e. ”
 
‘Mafên mirovahî nayên dîtin’
 
Gulderenê daxuyuyakirin ku îro dewleta tirk, Kurdan tune dihesibîne û wiha domand: “Abdullah Ocalan di vê nokteyê de çareserî ye. Lê tu çareserî pêş nakeve. Ji ber komploya bi awayekî navneteweyî pêk hat û hîna didome. Ji bo vê jî ji bo şerê navbera Kurd û Tirkan de bidawî be tu tiştek nayê kirin. Tecrîdê giran dikin mafên mirovahî nayên dîtin.”
 
‘Maf û rêgezên demokratîk danî holê’
 
Gulderenê di berdewamiyê de balkişand ser maf û rêgezên demokratîk ên Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd danîne holê û wiha daxuyand: “Tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan bandor li ser hemû aliyan dike. Bi hinceta ewlehiyê çiya, ax, kevir û mirovên Kurd tên tunekirin. Şer tê girankirin. Pirsgirêka Kurd nayê dîtin û ciwan jiyana xwe ji dest didin. Me meşek azadiyê da destpêkirin. Dewlet bi israr neçareseriyê ferz dike û hewl dide pêşî li me bigire. Divê hem gelê Kurd hem gelê Tirk ligel hev têbikoşin. Desthilatdarî tenê xwe difikire. Ciwanan, jinan, kedkaran nafikirin. Em pêkanînên şerê taybet dibînin fuhuş, hişbir û polîtîkayên din. Xizanî giran dibe. Desthiladariyeke ku li dijî van çav û gûhên xwe digire heye.”
 
‘50 sal in em têdikoşin’
 
Gulderenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav nayê avêtin û tecrîd tê domandin. Ev neçaeseriyê giran dike. Ev 50 sal in em têkoşînê dimeşînin. Hewldanên wan çareseriyek pêk neanîn. Divê di hîmên demokratîk de pêvajoyek bê destpêkirin. Ji 1’ê Sibatê şûnde me Meşa Azadiyê da destpêkirin. Têkoşîneke li dijî tecrîdê ji xwe hebû. Di vê meşê de armanc û biryar mezin bû. Ez jî bang dikim; Birêz Ocalan destê aştiyê ye. Divê deng bidin vî dengî. Birêz Ocalan muxatab e û divê bi wî re bê rûniştin û pêvajoyeke demokratîk bê destpêkirin.”