Li ser çapemeniya civakî xebata etîka ‘#TecrideSonOcalanaOzgurluk’

  • 21:33 14 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser platforma çapemeniya dijital X’ê bi etîketa ‘#TecrideSonOcalanaOzgurluk’ xebat hat destpêkirin. Di xebata etîketê de hat diyar kirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan veguheriye rejîmê, tundiya li ser jinê, kaos, şer, mafyabûn ji tecrîdê serbixwe nîne.
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser platforma çapemeniya dijital X’ê bi etîketa ‘#TecrideSonOcalanaOzgurluk’ xebat hat destpêkirin. Partiyên siyasî, parlamenter, parêzvanên mafê mirovan û gelek kesî bi parvekirinên xwe balkişandin ser rola Abdullah Ocalan a di aştiyê de û daxwaza azadiya fîzîkî kirin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di parvekirina xwe de got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê giran dike. Çareseriya kaos û krîzê bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkanin. ‘#TecrideSonOcalanaOzgurluk’.”
 
DEM Partiyê jî wiha got: “Tecrîd tenê li ser Rêberê Kurd pêk nayê li ser hemû aliyên jiyanê bi awayekî sistematîk pêk tê. Divê dawî li tecrîdê bê anîn.”
 
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî wiha vegot: “Tecrîda li ser birêz Ocalan veguheriye rejîmê. Tundî, qetilkirina jinan, mafyabûn, rizandin, şer ji tecrîdê serbixwe nîne. ‘#TecrideSonOcalanaOzgurluk’.”
 
Her wiha Zubeyde Zumrut, Keskîn Bayindir, Dîlek Aykan, Heval Arslan bi etîketa ‘#TecrideSonOcalanaOzgurluk’ parvekirinên xwe kirin.