Çalakiya rûniştinê ya jinên Ereb bi dawî bû

  • 15:12 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya Meclîsa Jinên Ereb ya dijî komploya navnetewî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji bo du rojan hatibû destpê kirin bidawî bû. Jinên Ereb ên tevlî çalakiyê bûn gotin: “Em Rêber Apo weke rêberê gelan dibînin.”
 
Bi rasthatina 25’emîn salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan Pêkhateya Ereb ya Şengalê rêze çalakiyên cûda lidardixin. Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê jî ji bo 13-14’ê Sibatê li gundê Bîrcarî çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakiya rûniştinê di roja duyemîn de bidawî bû.
 
Di du rojên çalakiya rûniştinê de, xelkê herêmê bi armanca piştgiriyê serdana çalakgerên jin kirin û peyamên li dijî komployê dan. Îro çalakî bi sînevîzyon û xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan bidawî bû. Jinên Ereb ên tevlî çalakiyê bûn gotin: “Em Rêber Apo weke rêberê gelan dibînin.”