TMMOB: Divê kargeha madenê bê girtin

  • 15:01 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Desteya Rêveber a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendîsan a Tirk (TMMOB) xwest, kargeha madenê ya li navçeya Licik a Erzgînanê bê girtin.
 
Desteya Rêveber a TMMOB'ê têkildarî hezaza li Madena Zêr a Çoplerê ya aydê Madenvaniya Anagold û Çarlikê ya li navçeya Licik a Erzînganê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi madenvaniya mêtingeriyê re xweza û jiyana mirovan tê tunekirin. Her wiha hat gotin ku ji sala 2008’an ku Madena Çoplerê ketiye meriyetê heta niha li pey hev bi karesatên hawirdorê di rojevê de ye.
 
Bi domdarî hat gotin ku ji bo betalkirina biryara “ÇED erênî ye” ya projeyê di sala 2021’an de doz vekirine û di vê serlêdanê de texrîbatên ku dê ev proje rê li ber veke û xetereyên wê hatine vegotin. Daxuyanî wiha dom kir: “Di serdemeke ku doz didomiya de ev xetereyên me tespît kiribûn pêk hatin. Îtîraz û doza me hatin redkirin. Rayedaran tevî hişyariyên biisrar jî guh neda. Yên destûra van xebatan dayîn, yên ji bo berjewendiyên sermayedaran çavên xwe li talankirina xweza û welatê me girtin berpirsyarên vê karesatê ne. Berpirsyar ew in ên ku îtîraz û dozên li dijî van xebatan red kirin an jî bi demê re vehêlandin e. Em careke din bang dikin; divê rê neyê dayîn ku komên sermayeyê yên neteweyî û navneteweyî madenên me talan bikin. Divê berpirsyarên karesata li Licikê bên darizandin û hesab jê were pirsîn. Divê biryarên ÇED’ê bên betalkirin û ew kan tavilê bên girtin.”