Di Nobeda Edaletê de komplo hat şermezarkirin

  • 14:54 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR -Melîke Akan a ku di Nobeda Edaletê de axivî, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêbidawîkirin û got ku divê pişteaniya ji bo çalakiyan mezin bibe.
 
Di çarçoveya kampanya ku ji aliyê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (EG TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de, di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de Nobeda Edaletê li Îmzîrê hat destpêkirin.  Çalakiyê di roja 22'yan de dewam kir. Li salona Nunertiya DBP'ê ya Egeyê ku çalakî lê tê lidarxistin dirûşmên," Ji bo edaletê tecrîdê bi dawî bikin", "Ji bo aştiya civakî em ê bibin dengê zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Çalakî li gel rêxistina DEM Partiyê y Bucayê ji aliyê gelek kesî ve hat ziyartkirin.
 
'Bila tecrîd bi dawî bibe'
 
Ji piştevanên Nobeda Edaletê Melîke Akavn axivî. Melîkeyê diyar kir ku dayik aştiyê dixwazin û ji çalakgerên li zindanan re jî serkeftin xwest.  Melîkeyê diyar kir ku ew azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin û got," Bila malbat û parêzerên Ocalan biçin hevdîtina wî. Em aştî û azadiyê dixwazin, em naxwzin dayik bigirîn, bila girtiyên nexweş bên berdan û tecrîda li Îmrali û li ger girtiyên din ên siyasî bê bidawîkirin."
 
'Sibe 15'ê Sibatê roja reş e'
 
Melîkeyê banga piştevaniyê ji bo Nobedên Edaletê kir û got,"Em dixazin ku piştgiriya dayikan bê kirin û tenê nemînin. Siba 15 Sibatê roja reş e.  Em 15 sibatê şermezar dikin. Em dixwazin bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin."
 
Çalakiyê bi serdanan dewam kir.