Li Amedê Nobeda Edaletê di roja 70'yî de dewam dike

  • 13:33 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ku bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 70'yî de dewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji piersgirêka kurd re çareseriya siyasî dabûn destpêkirin di roja 80'yî de dewam dike. Nobeda Edaletê ya ku li Amedê di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUAY -DER) û malbatên girtiyan hatiye destpêkirin jî di roja 70'yî de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezana Amedê dewam dike.   
 
Çalakvanan diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û bijî berxwedana Amedê" bidomînin.