Jinên endamên MSD’ê stratejiya xwe ya dema bê diyar kir

  • 13:23 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên di nava MSD’ê de kar dikin, ji bo pêşxistina jinan a di asta siyasî û fikrî de stratejiya xwe ya dema bê diyar kir.
 
Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jinên di nava meclisê de kar dikin, civîna xwe ya yekemîn a piştî kongreya 4’emîn a MSD’ê ya ku di dawiya kanûna par de hatibû lidarxistin, di 12’yê Sibatê de li dar xistibû. Civîn li bajarê Reqayê bi beşdariya hevseroka MSD’ê Leyla Qereman, cîgira hevserokatiya MSD’ê Canda Mihemed, seroka Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Cîhan Xidro û tevahî endamên nivîsgehê pêk hat. Nûnerên jin ên MSD’ê yên li derve jî bi rêya Zoomê beşdar bûn.
 
Li gorî malperê, hevseroka MSD’ê Leyla Qeremah bang li tevahî jinên Sûriyeyî kir ku li hemberî astengiyan xebateke hevbeş pêk bînin û di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de rolê bilîzin. Leyla Qereman diyar kir ku MSD’ê dê xebatên xwe yên pêkanîna diyalogên navxweyî bidomîne û daxwazên Gelê Sûriyeyê bi cih bîne.
 
Di civînê de rewşa siyasî jî hat nirxandin. Cîgira hevserokatiya MSD’ê Canda Mihemed got, şer û nakokiyên ku ser asta navneteweyî, xwecih û herêmî rû didin, diyar dikin ku alozî dewam bikin û tu çareserî xuya nakin. Candayê diyar kir her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe biparêzin û bandoreke rasterast li dosyaya Sûriyeyê dikin.
 
Canda Mihemed anî ziman ku MSD projeyeke nîştimanî ji bo tevahî gelê Sûriyeyê ye û ji bo jinûve yekkirina welat û avakirina sîstemeke demokratîk kar dike.
 
Li gorî malperê di civînê de rewşa jinan û astengiyên li pêşiya wan hatin nîqaşkirin. Seroka Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Cîhan Xidro banga xebateke hevbeş li tevahî jinên Sûriyeyê kir da ku "mafên xwe yên siyasî, civakî, aborî û qanûnî bi dest bixin û di destûra Sûriyeyê ya siberojê de mîsoger bikin."
 
Di civînê de ji bo pêşxistina rola jinan û xurtkirina asta wan a fikirî û siyasî de plana xebatê hate danîn. Li gorî planê dê derfetên kar ji jinan re were peydakirin, ji bo beşdarkirina jinan di jiyana siyasî û rêveberiyê de dê xebat bê meşandin. Li gorî nûçeya malpera MSD’ê civîn bi encamnameya projeya pêşxistina jinên sûriyeyî di qada siyasî de bi dawî bû.