Ji komxebata Şengalê: Bi fikr û felsefeya xwe bi milyonan jin azad kir

  • 10:03 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
Cîlan Roj
 
ŞENGAL - Hiqûqvan Necla Mihemed ku ji Kerbelayê beşdarî komxebata li Şengalê bû got: "Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin ku wî bi fikr û felsefeya xwe bi milyonan jin azad kir.”
 
Di 12’yê Sibatê de li Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TJA), ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" komxebatek pêk hat. Yekîneyên Jinên Şengalê, Meclisa Jinên Ereb, Yekitiya Jinên Ciwan û gelek jin tev li komxebatê bûn. 
 
Ne tenê Şengalê ji Iraqê jî gelek jinên aktîvîst û endamên saziyên sivîl ên Iraqê beşdarê komxebatê bûn. Ji wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Şehrezad Qasim Xelef, ji parêzgeha Mîsanê rojnameger Îmen Qasim, ji Nasiriyê Seroka Rêxistinên Sivîl Xemayî El-Ziyadî, ji Mesawe aktîvîst Nûr Şemarî, ji Besrayê aktîvîst Leyla Şerîfî û Bidûr Cerah tev li komxebatê bûn.
 
Li salona komxebatê wêne û posterên Abdullah Ocalan û pankartên bi dirûşmeyên "Ji Rêber Apo re Azadî", "Ji Şengalê re Xweserî" û "Ji Faşîzim û Tecrîdê re êdî bes e" hatin daliqandin. Her wiha wêne û pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hatin pêşendan. Jinên ku beşdarî komxebatê bibûn eleqeyeke mezin nîşanî her du pêşendanan dan. 
 
Axaftina vekirinê ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hico ve hat kirin. Di axaftinê de hat diyarkirin ku kilîta çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Abdullah Ocalan e û ev nirxandin hat kirin: “Di nav evqas aloziyan de di bin fikra netewa demokratîk de hatine cemhev pir biwate ye. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo bûn xwedî îrade, rêxistin, nasname û hêza xwe ya parastinê. Ji bo ku em bibin xwediyê nasnameyek azad  pêwîst e em weke jin têkoşîn bikin, fikrên Rêber Apo baş bixwîn, xwe tê de kûr bikin û her wiha em vî fikrî belav bikin. Belavkirina vî fikrî erka me jinan e. Heta Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad nebe em ê di nav têkoşînê de bîn. Em bang jinên Êzidî û jinên Iraqê dikin ku ji bo azadiya xwe û azadiya Rêber Apo  mîsoger bikin lazim e em yekitiya xwe xurt bikin û hevbeş têkoşîn bikin.”
 
Li ser navê Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen jî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya wan e û wek Rêveberiya Xweser ji bo azadiya Rêbertî her cure çalakiyan pêk bînin.
 
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser komploya 15’ê Sibatê hat temaşekirin û bi sernavên cuda semîner jî hatin dayîn.
 
Hiqûqvan Necla Mihemed ku ji Kerbelayê beşdarî komxebata li Şengalê bû, têkildarî komxebatê axivî.
 
‘Xiyaneteke mezin li Rêber Apo hat kirin’
 
Necla Mihemed ku di destpêka axaftina xwe de komployê şermezar kir, destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û herêmî xiyaneteke mezin li Abdullah Ocalan  kirine û wiha got. “Rêber Apo ronahiyeke ji bo bingeha civakê ji bo jina azad ku xweda cîhanê ji bo wê ava kir. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin ku wî bi fikr û felsefeya xwe bi milyonan jin azad kir.”
 
‘Jin çavkaniya ronahî û jiyanê ye’
 
Necla Mihemed ragihand ku di her sedemê de jin ji ber çavkaniya ronahî û jiyanê ye rastî her cure êrişan hatiye û ev nirxandin kir. “Wekî ku tê zanîn di her sedsalekê de kesayetek derdikeve ku doza azadî û ronahiyê dike, doza heqîqet û edaletê û bi taybet azadiya jinê dike heye. Di roja me ya îro de jî Rêber Apo ye ku li dijî zilimê rabûye û ji bo azadiya jin tekoşîn dide meşandin. Hemû pirtûk, nivîs û broşûrên wî doza azadiya jin dike. Rêber Apo li dijî zilm, perçiqandin û qirkirinê ye. Em di wê hêviyê de ne ku daxwaz û diayên her kesên ku ji Rêber Apo hez dikin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têdikoşin, bêne bicihanîn. Ji bo ku rastî derkeve holê û careke din li me vegere û dîsa ronahî, azadî û hêviyê li me vegerîne.”
 
‘Bi fikirê Rêber Apo me gavên ber bi azadiyê avêtin’
 
Di heman demê de Nofa Mihemed Endama Meclisa Jinên Ereb ya herêma Ereban ya Şengalê jî ji mere axivî û da zanîn ku bi fikirê Abdullah Ocalan wan gavên azadiyê avêtin û wiha got: “Îroj em weke jinên ereb bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêşketine, ne tenê jin di civaka me de pêşketinên ber bi çav çêbûn. Em ereb û ezidî bi hev re di komxebatekê de amade bûne, ev bi tena serê xwe şoreşeke. Em weke jinên ereb doza me ya sereke azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Çawa zarokek nû bi ser lingan bikeve û bimeşe, em jî wisa bi fikirê rêber APO gavên destpêkê yên ber bi azadiyê ve avêtin. Ev fikir ji bo me jinan azametek bû. Me bi vî fikirî bihna azadiyê kişand hindirê xwe. Ji bo wê jî em doza azadiya rêber APO dikin û bang dikin ku her kes li rêbertiya me xwedî derkeve.”