'Ev meşa azadiyê dê bidome'

  • 09:06 14 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin - Oznûr Deger
 
RIHA - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan jî yek ji meşvana “Meşa Mezin a Azadiyê” ye got: "Dema em ji serê sibê ji xew radibûn, coşeke wisa mezin li benda me bû ku her ku diçû ev coş mezin dibû. Li Serhadê rihek cuda ya berxwedanê û li Botanê jî rihek cuda ya berxwedan hebû lê daxwaz yek bû û azadiya Birêz Abdullah Ocalan bû." 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1’ê Sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” li Wan û Qersê hat destpêkirin. Meşvanên Azadiyê duh gihaşt Amedê. Meşvanên Azadiyê li her gund, bajarok, navçe û bajaran bi coşek mezin hatin pêşwazikirin.  Derbarê Meşa Mezin a Azadiyê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
"Serhat xwedî li daxwaz û rihekî cuda ya berxwedanê bû. Li Botanê rihekî cuda ya berxwedan û daxwazê hebû. Lê ez vê yekê li her derê ku em diçin dibêjim. Ji bo herêma Amedê jî em dikarin vê yekê bibêjin. Şêweya pêşwazîkirina li her derê cuda bû, lê daxwaz hevpar bû. Daxwaz şênber bû."
 
* We ji 1’ê Sibatê heta îro “Meşa Mezin a Azadiyê” li dar xist. Ev meş çawa derbas bû?
 
Meşa me ya Azadiyê ya 13 rojan li cihekî ji çiyayên sar û rêyên bi berfê yên erdnîgariya Kurdistanê ber bi cihên germ ve dihat. Her cihê ku em diçûn pêşwaziyek pir bi coş a gel hebû. Bi rastî, tiştek pir girîng di bin vê pêşwaziya bi coş de hebû. Li pişt vê coşê armancek hebû. Ev armanc çi bû? Li cihê ku xwîn lê hatibû rijandin, li cihê ku ji polîtîkayên bişaftinê, tunehesibandina Gelê Kurd re ku bi salan û bi sedsalan dihatin meşandin, digotin “Êdî bes e" Me her tim anî ziman ku di çareseriya pirsgirêka kurd de bi rêbazên demokratîk muxatabê bingehîn Birêz Ocalan e. Ev meşa me ne meşeke mekanîk e. Ne meşekî ku çûna ji cihekî ber bi cihekî din ve bû.
 
Di baskên ku em bûn dudu yan de, li cihekî ku li erdnîgariya Kurdistanê gund bi gund, tax bi tax, gor bi gor, qîrîn û serhildanên mirov, malbat û jinên ku li erdnîgariya Kurdistanê êş û jan kişandine di nav de ye, yên ku li vê erdnîgariyê ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd jiyana xwe ji dest dane em hatin pêşwazîkirin. Mînak Serhat xwedî daxwaz û rihekî cuda ya berxwedanê bû. Li Botanê rihekî cuda ya berxwedan û daxwazê hebû. Lê ez vê yekê li her derê ku em diçin dibêjim. Ji bo herêma Amedê jî em dikarin vê yekê bibêjin. Şêweya pêşwazîkirina li her derê cuda bû, lê daxwaz hevpar bû. Daxwaz şênber bû. 
Ji ber vê yekê em niha behsa bi milyonan kesan dikin ku dixwazin ev şer bi dawî bibe û Birêz Ocalan cihê xwe bigire da ku ji nû ve rol û mîsyona xwe bilîze. Em bi tevahî behsa mîlyonan dikin, ne bi hezaran. Dema ku me li her bajarê ku em ziyaret kirin gel dianîn ba hev, me dît ku bi mîlyonan mirov êdî vê pêvajoya nakokî û şer naxwazin. Û ev daxwaz ji her alî ve bilind dibin da ku Birêz Ocalan di aliyê muzakereyê de be û rol û mîsyona xwe bilîze. Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibe. Daxwaz hebûn ku di hemû danûstandinan de Birêz Ocalan muxatabê bingehîn be û maseyek ji nû ve bê vekirin û ev pirsgirêk ji aliyê Birêz Ocalan ve bê çareserkirin. Li her bajarên ku em diçûn êşek hebû. Ya zarokekî wê/wî hatiye qetilkirin, yan din di girtîgehê de ye, yan jî hîn li zarokên xwe yên winda digerin. Malbatên ku hîn cenazeyên zarokên xwe nedîtibûn hebûn. Ev hemû jî malbat û mirovên ku tam ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd hatine qetilkirin, jiyana xwe ji dest dane û di vê têkoşînê de bedel dane. Daxwazên wan pir zelal bûn. Belê, niha pêvajoyeke hilbijartinê heye. Lê rojeva ku di serî de di rojeva gel de bû, ne rojeva hilbijartinê bû. Ya girîng ew bû ku ev xitimandin di zûtirîn demê de biqede, êdî dayik negirîn, cenazeyên ciwanan nekevin bin erdê. Ev tiştek gelk bi qiymet û girîng e.
 
Ev meş ne tenê meşeke ku ji parlamenterên Partiya DEM’ê pêk tê ye. Yanî ne çalakiya partiyeke siyasî tenê ye. Em behsa komeke meşê dikin ku ji gelê welatparêz Sakîne Demîr, dayika Sêvê  ku di serdema berê de hat qetilkirin, saziyên me piştgirî dan, dostên mafdar ên ji qada ked û çandê û hwd. piştevaniya vê çalakiyê kirin. Divê ev yek tenê weke karê partiyeke siyasî neyê dîtin. Bi rastî tevgera kurd bi tevahî yekgirtî ye û gelê me yê bi coş ên ku ji çar aliyê gelê me ve hatin cem hev da ku ev pêvajo di zûtirîn dem de bi dawî bibe, pêvajoya pevçûnan bi dawî bibe, mase were danîn û gav bên avêtin da ku Birêz Ocalan rol û mîsyona xwe bilîze, em behsa meşeke bi vê rengê dikin. 
 
Dema em sibê ji xew radibûn, coşeke wisa mezin li benda me bû ku her ku diçûn em rastî mezinbûna coşekê ya roja berê dihatin. Rastiyek gelemperiyê heye ku ji roja ku me dest pê kiriye roj bi roj li me zêde bûye, ev meş mezintir kiriye û pêşwaziya bi coş û bi heybet qat bi qat zêde kiriye. Her cihê ku em diçûn, bendewariya bi heyecan û destdana dayikan besî me dibû. Tiştek heye ku bigihîje, armancek heye. Armanc ew e ku şer di zûtirîn demê de bi dawî bibe û derbasî pêvajoya çareseriyê bibe. 
 
"Heta ku polîtîkayên şer bi dawî bibin û Birêz Ocalan rola xwe ya muzakereyê bilîze wê ev meş bidome. Divê em bi vî awayî li vê meşê binêrin."
 
*Çima du bask û çima Wan û Qers?                      
 
Ji bo ku mirov xwe bigihîne hemû gelên ku li ser vê erdnîgariya Kurdistanê dijîn, pêwîst bû ku em bibin du bask. Me dixwest em xwe bighînin hemû malan lê ne mumkun bû. Bi tu awayî ne pêkanbû ku em berê xwe nedin cihên sembolîk ên kesên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jiyana xwe ji dest dane. Me plansaziya xwe ji bo 15 rojan kir. Ez ji bo baskê Wanê bi rehetî dikarim bibêjim; dema ku me li Wanê dest pê kir, bi rastî gelek kesan bawer nedikir ku ev meş pêk bê. Lê ji aliyê gel ve xwedîderketineke cidî hebû, dema em ji Wanê derketin û gihaştin Colemêrgê. Meşa ku bi rengê cuda berdewam dikir daxwaz zelal bûn û meş jî her diçû mezin dibû. 
 
Em hêdî hêdî ber bi Botanê, malbatên Roboskî ve diçûn. Me malbatên Roboskî ziyaret kir. Em dîsa çûn serdana gora Ceylan Onkol. Kesên di vê têkoşînê de hatin qetilkirin, ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd hatin qetilkirin ev bûn. Botan jî herêmeke ku di berxwedana xweseriyê de demeke dirêj hatibû dorpêçkirin. Em behsa bajarekî dikin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û dayik hê jî nikarin cenazeyên zarokên xwe bibînin. Niha mirov dikare bibêje ku ger ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê serhildan hîn zêdetir bibe. Heta ku polîtîkayên şer bi dawî bibin û Birêz Ocalan rola xwe ya muzakereyê bilîze wê ev meş bidome. Divê em bi vî awayî li vê meşê binêrin. Me ji cihekî ku tevahiya erdnîgariya Kurdistanê di nava du milan de digire dest bi meşê kir. Em meşa ku tevahiya baskê Qersê, belkî hindir û lingê Wanê jî piçekî bakur digire, dimeşînin, ji ber ku em dixwazin tevahiya xeta sînor destên xwe dirêj bikin. Heta ku daxwazên me yên mafdar, rewa û hiqûqî neyên bicihanîn dê ev meş mezin bibe.
 
"Di vê berxwedanê de bi taybetî jî dayik di eniya herî pêş de ne û her çiqas dayikan zarokek xwe di bin axê de bihêlin, yek ji wan jî dane zindanê, hê jî hêviya wan heye, ev tê wê wateyê ku ev gel wê bi rastî jî berxwedana xwe bidomîne û têkoşîna bi rûmet heta ku bigihêjin serkeftinê."
 
* Hûn li her derê ji bo kesên têkoşer ên hatî qetilkirin çalakî li dar xist, bernameyên bi bîr anînê li dar xist û çûn serdana goristanan. We bi vê yekê re bal kişand li ser dîroka têkoşînê. Derbarê vê yekê de hûn dixwazin çi bêjin?
 
Di civînên gel de ku me cara ewil ji Wanê derketin û em gihiştin Colemêrgê de, rûsipîyekî pirsek ji me kir û got, “Kengê dê bihar were van axan?” Helbet li vir qala bihareke demsalî nedikir. Behsa azadiyê dikir. Behsa polîtîkayên bişaftinê yên ku divê bi dawî bibin, dikir. Ji ber ku ev gel sedsal e bi êşê dijîn. Gelê ku ev sedsal in zarokên xwe di bin vê axê de vedişêrin heye. Ew pirsa rûsîpî pir bi qîmet û watedar bû. Dayikên ku em li malên wan diman digotin, “Bila kevir li nigên we nekeve” û em vê têkoşînê bi perspektîfeke ku hembêz dike dibînin, gelekî kêfxweş bûn. Bifikire, her malek derd û birînek heye. Di her malekê de çîrokek ji çaresernebûna pirsgirêka kurd heye. Her malek xwedî dîrok û ezmûnek zîndanê ye. Yên tecrube nekiriye, yên dest nedaye tuneye. Tevî van hemûyan jî, tevî ku ev sedsal in vê yekê jiyane jî hêviyên wan zindî ne. Li cihên ku em çûne jî dihat gotin ku Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatabê sereke ye. Ev yek gelekî bi qîmet e.  
 
Di vê berxwedanê de bi taybetî jî dayik di eniya herî pêş de ne û her çiqas dayikan zarokek xwe di bin axê de bihêlin, yek ji wan jî dane zindanê, hê jî hêviya wan heye, ev tê wê wateyê ku ev gel wê bi rastî jî berxwedana xwe bidomîne û têkoşîna bi rûmet heta ku bigihêjin serkeftinê. Ev hemû bi rastî peyamek e. Bi vê peyamê em baweriya xwe mezin dikin ku heta ev pirsgirêk çareser nebe û daxwaza me pêk were em ê bi beşdariya gelê xwe di vê wateyê de têkoşînê berfireh bikin.
 
"Eger pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, muzakere bê avakirin, parlamento bi tena serê xwe nikare bibe deriyê vê. Deriyê vê Îmraliyê ye. Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Gelê me jî di wê baweriyê de ye ku heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin, ev pirsgirêk çareser nabe."
 
* Di vê meşê de gel bi we re çi parve kir?
 
Rojeva gel bi rastî jî meşa me ye. Ev yek pir bi hêsanî dihat hîskirin. Ji roja ku me dest pê kir heta cihê ku em gihîştin, girse mezin dibû. Di civînên me yên gel de gel bi awayekî vekirî ev tişt gotin; ev tişteke ku em bi salane li bendê bûn. Bi rastî pêwîste em hemû bi yek dengî û bi yek dil rabin ser piyan û vê yekê bînin ziman ku di vê nuqteyê de dirûşmeya “Rabin ser xwe” were bikaranîn. Digotin “Li dijî van polîtîkayên xitimandinê divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin” û dema ev gotin tenê zext li meclîsê nedikirin. Gotineke bi navê “Hûn wekî wekîl vê bikin” tunebû. Weke gel bi nûnerên xwe re yek deng bû ku divê em hemû ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk têbikoşin, deriyê Îmraliyê bê vekirin û Birêz Abdullah Ocalan dîsa maseya muzakereyê de cihê xwe bigire. Ev tiştekî pir hêja bû. 
 
Li aliyê din jî rewşên ku bi rastî pirsgirêk derdixistin jî hebûn. Mînak dema ku ev meş dest pê kir wekî hûn jî dizanin HUDA PAR jî meşa zimanê zikmakî ya kurdî li dar xist. Cihê ku em çûn, dayikekê bi awayekî vekirî got, “Heya ku ev pirsgirêk çareser nebe û deriyê Îmraliyê neyê vekirin, zimanê me azad nabe.” Peyama dayikê li hemberî projeya HUDA PAR’ê, ango  AKP bi xwe bû. Mirov dikare vê binirxîne. Dîsa daxuyaniya dawî ya Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû di rojeva gel de ye. Aqilekî pergalê heye ku dixwaze çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bi zorê bixe meclîsê. Lê em vê yekê li her derê dibêjin. Eger pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, muzakere bê avakirin, parlamento bi tena serê xwe nikare bibe deriyê vê. Deriyê vê Îmraliyê ye. Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Gelê me jî di wê baweriyê de ye ku heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin, ev pirsgirêk çareser nabe. Yên van dibêjin ne tenê em in. Gel bi xwe van hemûyan di civînên gel de îfade dike. Helbet me jî nirxandinên xwe kirin, lê rojeva gel bi tevahî ji vê yekê pêk tê. Ew qas yekgirtî ye, ew ji vê yekê bawer û hêvî dike, ku em dikarin bibînin ku ew li cihek e ku dixwaze wê mezintir bike.
 
"Heqîqet di cihê xwe de ye û ev daxwaz li tevahî Gelê Kurd, dayik, ciwan û zarokan belav bûye. Ji min re nebawer bû ku dayik çawa ji nişka ve ji wê hestê bi hesta heqîqet û daxwazê re hevdem kirin."
 
* Di dema meşê de herî zêde çi bala we kişand, çi bandor li we kir, hestek çawa jiyan?
 
Ev bi rastî rêwîtiyek hêvîdar bû, ji ber ku hêviyên me zêde bûn. Ez dikarim vê rêwîtiyê wekî rêwîtiya hêvîdar a lêgerîna gel a rastiyê bi nav bikim. Ya ku herî zêde bandor li min kir Şirnex bû. Cizîr, Silopiya… Ji ber ku di sala 2016’an de li hemberî zîhniyeteke ku di encamê de mexdûriyetên mezin pêk bîne, rastî berxwedaneke mezin dihat û dixwest hundirê bajêr xera bike. Li wir jî bîranînek hat lidarxistin. Bîranîna 7’ê Sibatê bû. Û sînevîzyona ku li wir hat nîşandan pir hestiyar bû. Me ew êş dîsa bi hemû dayikan re jiyan. Sînevîzyon bi dawî bû û piştî kêmtirî 15 deqîqeyan, ew dayik ji nişka ve çûn eniyên pêş ên wê baskê meşê û bi dengekî bilind daxwazên xwe gotin. Ji ber vê yekê dema ku 10 deqîqe berê dayika ku hîna zarokên xwe, zarokên cîranê xwe nedîtibû û dayikên ku hîn hestiyên zarokên xwe nedîtibûn ji bo wê digiriyan, piştî 10 deqîqeyan, dema ku em ê dîsa bimeşin, ew li eniyên pêş rawestiya û banga azadiyê kirin. Ev jî nîşan dide ku heqîqet di cihê xwe de ye û ev daxwaz li tevahî Gelê Kurd, dayik, ciwan û zarokan belav bûye. Ji min re nebawer bû ku dayik çawa ji nişka ve ji wê hestê bi hesta heqîqet û daxwazê re hevdem kirin. Ew hest bi rastî jî nîşana wê yekê bû ku karîbûn îlhamek mezin ji wan dayikan wergirin.
 
*Ji niha û pê ve hûn ê çi bibêjin, hûn ê çi bikin an jî divê çi bê kirin û di berdewamiya meşê de çi bibe?
 
Sedema sereke ya ku ev meş 13 rojan dom kir û di du baskan de bi pêş ket, ew bû ku me xwest em dest bidin ser her parçeyekî erdnîgariya Kurdistanê. Cihê ku em çûn rojevê me bi dawî nekir. Em çûn, lê ew rojev piştî me li wir berdewam kir. Ji ber ku me dest da wê derê. Ew jî dest dan me. Têkiliya wan a li ser me bi rastî jî peyamek bû ku heta ev daxwaz pêk were divê ev têkoşîn bidome. Peyama ku me da wan ew bû ku heta ku heqîqetê neyê dîtin dê lêgerîna heqîqetê bidome. 
 
Heta ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Birêz Ocalan di şert û mercên azad de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk cihê xwe li ser maseya çareseriya pirsgirêka kurd bigire ev çalakiyên me, ev daxwaz, lêgerîna gel bidome. Erê, ew ne meşa mekanîkî ye. Ger meşa mekanîk bûya, dê bi destekî dest pê bikira û bi yê din biqede û bi tevahî ji rojevê derbiketa. Lê em jî dixwazin bidin xuyakirin ku ev tişteke ku em ê ji rojeva xwe dernexin û wê têkoşîna me bidome."