Jinên Ereb: Yek ji armancên komployê têkbirina vîna jinê bû

  • 09:05 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên ji pêkhateyên ereb nerazîbûnên xwe yên li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nîşan dan û wiha gotin:"Azadiya jinan bi saya projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye. Loma jî yek ji armanca komployê têkbirina projeyê û vîna jinê bû. Yek ji xalên girîng a projeya netewa demokratîk a ku Rêbertî pêşkêş kiribû azadiya jinê bû. Ji ber ku bi azadbûna jinê re civakek azad tê afirandin. "
 
Di ser ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê re 25 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin, ji dema ku anîneTirkiyeyê ve di bin tecrîda girankirî de ye û zêdeyî 35 meh in agahî jê nayê girtin. Li gel ku 15’ê Sibatê ji aliyê gelê Kurd ve weke “Roja Reş” tê pênasekirin, çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku piştî komployê dest pê kiribûn 25 sal in dewam dikin. Herî dawî ji pêngavên bêhejmar ên ji sala 99’an û vir ve hatin avêtin û niha jî kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin bi çalakiyên cûr bi cûr ku li 74 navendan hatin destpêkirin dewam dikin. Di çarçoveya kampanyayê de dostên Kurdan gelek çalakî li dar xistin, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî grevên birçîbûnê hatin destpêkirin, di çarçoveya heman kampanyayê de ji aliyê xizmên girtiyan ve Nobeda Edaletê hate destpêkirin.Gelek çalakiyên li dijî tecrîd û komployê dewam dikin. 
 
Bi munasebeta komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jinên ji pêkhateyên ereb û niha li Helebê ne axivîn. 
 
'Bi saya felsefeya Rêbertî li hember koletiyê jinê serî hilda'
 
Semar Ellalî ya ji pêkhateya ereb di destpêkê de bal kişand ser bandorên fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Dema min fikir û felsefeya Rêbertî nas kir, min dît Rêbertî her daxwaza azadiya jinê dike. Bi taybet dixwaze jinên bindest ên di civaka kurd de azad bibin. Ev yek jî bi şoreşa Rojava re hat temsîlkirin û dengvedanek wê li tevahî cîhanê çêbû. Ji ber ku beriya pêkhatina şoreşa Rojava her wiha beriya belavbûna felsefeya Rêbertî jin wekî kole dihatin dîtin. Lê di roja me ya îro de jin daxwaza azadiya xwe dikin û li dijî koletiya heyî serî hilda. Ev yek jî bi saya felsefeya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bû. Bi saya felsefeya Rêbertî li hember koletiyê jinê serî hilda. "
 
'Yek ji armancên komployê têkbirina vîna jinê bû' 
 
Semarê da zanîn ku azadiya jinan bi saya projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye û got:"Loma jî yek ji armanca komployê têkbirina projeyê û vîna jinê bû. Yek ji xalên girîng a projeya netewa demokratîk a ku Rêbertî pêşkêş kiribû azadiya jinê bû. Ji ber ku bi azadbûna jinê re civakek azad tê afirandin. Ev yek ne li gorî sîstema desthilatdaran e. Ji bo ku ev proje were têkbirin dest bi komploya dîlgirtina Rêbertî kirin û bi riya vê yekê planên xwe yên li dijî vîna jinê jî nû kirin. Di encamê de hêz û vîna jinê jî kirin armanca xwe û di dawiyê de bi destê dewletên komploger Rêbertî hat dîlgirtin. Ji ber projeya neteweya demokratîk ji dewletên desthilatdar metirsiyek bû loma bi salan e Rêbertî di Îmraliyê de dîl tê girtin."
 
'Min gelek sûd ji felsefeya Rêbertî girt'
 
Ji pêkhateyên ereb Semarê da zanîn wê hêz û vîna xwe ji felsefe û pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiye û wiha pê de çû:" Ez jinek ji pêkhateya ereb im lê ji ber hezkirina min a ji felsefeya netewa demokratîk min pirtûkên Rêbertî xwend. Bi riya vê yekê min xwest ez zêdetir di kar de fikir û felsefeya Rêbertî nas bikim. Min xwest raman û felsefeya Rêbertî ji bo tevahî jinan bidim naskirin. Min xwest bêtir li ser sedema komploya navneteweyî bisekinim. Em tevli perwerdeyan jî bûn. Gelek jinan jî xwe tevlî me kirin û xwestin tevlî perwerdeyan bibin."
 
'Daxwaza me her azadiya Rêberê me ye'
 
Di dawiya axaftina xwe de Semarê nerazîbûna xwe ya li hemberî dewamkirina komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nîşan de û wiha got:"Em vê komploya navneteweyî bi tundî şermezar dikin. Rêxistinên mafê mirovan ev 25 sal in bi erka xwe ranebûne. Rêbertî bi karê mirovî radibe. Daxwaza me her azadiya Rêberê me ye."
 
'Projeya netewa demokratîk li dijî sîstema dewletên komploger e'
 
Jina ji pêkhateya Ereb a bi navê Ferîde Zekeriya jî ji ajansa me re derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha axivî:" Bi derketina Partiya Karkerê Kurdistan re û bi taybet bi belavbûna raman û felsefeya Rêbertî ya li cîhanê, komploya navneteweyî hat destpêkirin. Destê dewleta tirk di vê de hebû. Ji bo dewleta tirk û li hemberî sîstema dewletên komploger projeya netewa demokratîk metirsiyek mezin bû. Loma jî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Her wiha pêşengên ku vê projeyê pêş dixin ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin."
 
'Hîs dikim ku bi rastî ez jin im, mirov im û divê bijîm' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Ferîdeyê ba kişand ser guhertinên bi saya fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di kesayeta wê de çêbûye û wiha pê de çû:" Bi naskirina min a fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek guhertin di jiyana min de çêbû. Berê ez jinek bê biryar bûm her wiha her min digot karê min bi sîyasetê çiye? Lê belê bi naskirina min a fikir û ramanên Rêbertî min di nava projeya Xweseriya Demokratîk de bi cih girt. Min got cihê min divê di hemî qadên jiyanê de hebe. Niha ez hîs dikim ku bi rastî ez jin im, mirov im û divê bijîm û bi vî awayî rihê berpirsiyartiyê di min de hat avakirin. Her wiha min armancek danî pêşiya xwe da ku li ser wê kar û xebatê bikim û xwe di her warî de bidim îsbatkirin."