Siyasetmedar Elîf: Li dijî atmosfera tarî meşaleya azadiyê gur dibe

  • 09:03 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Siyasetmedar Elîf Akgul Ateş komploya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Hêzên hegemonîk paradîgma civaka demokratîk ya Abdullah Ocalan pêş xist xetere dîtin. Projeya li Rojava ketiye jiyanê li hesabên hêzên emperyalist nayê. Li dijî atmosfera tarî ya li Rojhilata Navîn meşaleya azadiyê gûr dibe.”
 
Komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de  bi tevibûna hêzên navnteweyî pêk hat û 25 sal li pey xwe hişt. Ji roja ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve radestê Tirkiyeyê hat kirin û li Îmraliyê hat bicih kirin heta niha,  Abdullah Ocalan  paradîma modernîteya demokratîk pêş xist. Paradîgma wê her tim ji aliyê hêzên tevli komployê bûn ve hedef hat girtin û tecrîda li ser hat girankirin.
 
Siyasetmedar Elîf Akgul Ateş komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora li ser siyasetê kiriye nirxand.
 
‘Birêz Ocalan paradîgmayek nû pêş xist’
 
Elîfê di destpêkê de komplo şermezar kir û diyar kir ku komplo di şexsê Rêberê PKK’ê de li hember îrade û hêviya kurdan hatiye pêkanîn. Elîfê wiha doman: “Komplo li dijî gelan bû. Komployê her çar parçeyê Kurdistanê dihewand. Komplo li dijî îradeya berxwedanê bû. Hêzên komploger bi komployê berê xew dan çar parçeyê Kurdistanê. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî mîsyonek girîng bû û ji ber vê bû hedefa komplogeran. Birêz Ocalan ji bo azadiya Gelê Kurd paradîgmayek nû pêş xist.”
 
‘Xeta azadiya kurd hedef hat girtin’
 
Elîfê di berdewamiyê de wiha vegot: “Abdullah Ocalan îdeolojiyek nû afirand. Vê li her çar parçeyê Kurdistanê rêxistinbûn bixwe re anî. Vê hemû aliyên bindest yên civakî yên her çar parçeyê Kurdistanê xist tevgerê.  Elewiyên ji dîroka komarê de hatin înkarkirin jî cihê xwe div ê pêlê de girtin. Baweriyên hatin înkakirin di vê pêvajoyê de cihê xwe girtin.Xurtbûna tevgera Kurd demek kurt de welatên Ewropayê xist fikarê. Gladyoya NATO, DYA’yê li dijî vê furya êrîşan da destpêkirin. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de xeta azadiya Kurd hedef hat girtin. Li hember Birêz Ocalan polîtîka îmhayê xistin dewrê.”
 
‘Planên DYA û Yewnanîstanê cuda ne’
 
Elîfê daxuyakirin ku welatên tevli komployê bûne li hember lîderê PKK’ê ‘neçîr’ dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “DYA û Yewnanîstan ji bo ku Tirkiye qels bibe bê hêz bimîne, şerekî navxweyî li Tirkiyeyê pêk bê ketin hewldanek mezin. Radestpkirina Birêz Ocalan a ji bo Tirkiyeyê jî encama van polîtîkayan bû. Yewnanîstan ji bo pirsgirêkên Ege û Kibris bê çareseririn di hewldanek mezin de bû. Hewl dida bi şerekî li Tirkiyeyê bê derketin wê Tirk û Kurd bên hember hev. Li dijî vê jî wê Tirkiye bi gelên xwe re biketa şer. Wê kaos pêk bihata. Lê ev komplo ji aliyê Birêz Ocalan ve vala hat derxistin. Abdullah Ocalan bi perspektîfa ‘yekitiya gelan’ lîstikên Yewnanîstan û DYA’yê vala derxist.”
 
‘Pevçûn bi paradîgma Birêz Ocalan dikare çareser bibe’
 
Elîfê got pevçûna navbera Israîl û  Fîlîstînê jî xwe dispêre polîtîkayên înkar û îmhayê û got: “Hamas ji Israîlê ne cudatire. Hamasê di êrîşên li hember Israîlê de bi sedan kes qeti lkir. Îro welatên NATO dibêjin ev êrîş qirkirinin. Lê êrîşên li hember Rojava nabînin. Di vî şerî de yên winda dikin gel in. Teza Birêz Ocalan carek din biser ket. Yekane çareseriya pevçûnên li Israîlê tê jiyîn dikare bi paradîma civaka zad a jinê ya modernîteya demokratîk a Birêz ocalan bê çareserkirin. Paradîgma birêz  Ocalan a ji bo Rojava, li Rojava pêk tê. Pevçûnên li Sûriyeyê bi paradîgmayê dikarin bê çareserkirin. Hêzên hegemonîk paradîgma civaka demokratîk ya Abdullah Ocalan pêş xist xetere dîtin. Projeya li Rojava ketiye jiyanê li hesabên hêzên emperyalist nayê. Li dijî atmosfera tarî ya li Rojhilata Navîn meşaleya azadiyê gûr dibe. Azadiya Birêz Ocalan azadiya Gelê Kurd e.  Gelê Kurd îro bi hêviyek mezin di kampanyayên ji bo azadiyê de cih digirin.”