Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye

  • 18:45 13 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari der barê hezaza li navçeya Lîcik a Erzînganê pêk hatiye di hesabên xwe yên medyaya dijîtal de daxuyanî dan û gotin: “Tevî hemû hişyarin ev hilweşîn pêk hatiye. Ji bo karkerên di bin hezazê de mane bên xilaskirin divê derfetên cemawerî seferber bikin.”
 
Tulay Hatîmogullari jî ev tişt got: “Li kana zêr a Lîcik a Erzînganê ku dane  5 çeteyan û sermayeya navneteweyî, karesat derket holê! Tevî hemû hişyariyan jî di kana zêr ku kapasîteya wê her tim zêde bû, hilweşînek rû da. Divê çavkaniyên gel bên seferberkirin da ku karkerên di bin xirbeyan de bi ewle bên rizgarkirin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Daxwaza me ew e ku di hilweşîna ku qewimî de windahiyên me çênebin."
 
Tuncer Bakirhan jî ev tişt parve kir: “Di kana zêr a Lîcik a Erzînganê de ku ji sermayeya alîgir û navneteweyî re hatibû pêşkêşkirin, hilweşiya. Ji bo karkerên di bin erdê de mane bûn rizgarkirin divê hemû çavkaniyên bên seferberkirin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Daxwaza me ew e ku di hilweşîna ku qewimî de windahiyên me çênebin.”