Ji Nobeda Edaletê banga mezinkirina têkoşînê

  • 16:30 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê li Mêrsîn, Edene û Mêrdînê îro ji bi serdanan berdewam kir û di çalakiyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. 
 
Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.  
 
Mêrsîn
 
Di çarçoveya pêngavê de li Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. 
 
Di çarçoveya nobedê de panelek bi ser navê "Meşa Azadiyê ya li dijî tecrîd û komploya navneteweyî" pêk hat. Di panelê de Dayika Aştiyê Meryem Erbey axivî û bal kişand ser tecrîdê û got tekane rê bi azadiya Abdull Ocalan pêk tê. 
 
Parêzer û endamê OHD'ê Mehmet Altuntaş, jî di panelê de diyar kir ku tecrîd belavî tevahiya jiyana me bûye û divê li dijî tecrîdê têkoşîneke hevpar bê dayîn. 
 
Piştî panel bi dawî bû çalakvan û panelîst bi hev re berê xwe da bûroya DEM Partî ya taxa Şevket Sumerê. Li vir hevserokê ÇUKAY-DER'ê Bahattin Bektaş axivî û banga rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan kir. 
 
Edene
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya di pêşengiya Komeleya Piştevaniya Bi girtî û hukumxaran a Akdenîz Edene (AATUHAY DER) îro jî li avahiya komeleyê dewma kir. Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û dirûşmim hatin berzkirin. 
 
Mêrdîn
 
Li avahiy DBP'ê ya Mêrdînê Nobeda Edaletê Îro jî dewam kir. Gelek kesî serdana çalakgeran kir. Li gel sitranên ku bê navber hatin gotin, çalakger û ziyaretvanan bi hev re helbest xwendin. Dayikên di çalakiyê de cih girtin dest bi perwerdeya kurdî kirin.