Piştevaniya Dayikên Aştiyê ya ji bo nobeta Stenbolê

  • 15:42 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 64 roj in didome. Her wiha Dayikên Aştiyê ya ku dixwazin bi daxuyaniyê piştevaniya nobetê bikin hatin astengkirin. Dayikan bertek nîşanî astengiyê dan û got: "Ji her çalakiyên me ditirsin, lê divê bizanin dê têkoşîna me jî çalakiyên me jî bidomin."
 
35 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a  Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê. Li eywana çalakiyê pankarta “ Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Nobet 64 roj in didome. Nobeta ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) ya navçeya Esenyurtê, bi serdanan didome. 
 
Çalakvan serê sibê pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî" Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" nivîsî li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek jin îro serdana çalakiyê kirin û piştevaniya xwe ya nobetê anîn ziman. 
 
Herwiha beriya serdanê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê xwestin li Qada Esenyurtê derbarê rakirina tecrîdê de daxuyaniyê bidin, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Dayikan piştre daxuyaniya li avahiya partiyê ya navçeyê dan. Li ser navê dayikan Guler Bugday axivî û got: "Me xwest em bi daxuyaniyê kampanyaya azadiyê ya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin silav bikin. Lê ji ber ku ji her çalakiyên me ditirsin, daxuyaniya me asteng kirin."
 
Çalakvana Nobeda Edaletê Fînce Akman jî diyar kir ku dayik tenê aştiyê daxwaz dikin û wiha axivî: "Polîsên îktîdara AKP-MHP'ê çalakiyên me asteng dikin. Ev yek dibe sedema hatina cenazeyan. Berbipsê her cenezayan îktîdar e. Îktîdar bi şer destê xwe qirêj kir û lê me dîsa jî destê aştiyê dirêjî li wan dikin. Lê divê bê zanîn ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Piştî daxuyaniya ku li avahiya rêxistinê hat dayîn çalakvanên nobedê dirûşm berz kirin, stranên bi kurdî gotin û nobeda xwe berdewam kirin.