Li Rojava li dijî komploya 15’ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin

  • 15:20 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin.
 
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dikin.
 
Eyn Îsa 
 
Meclisa Jinan a PYD’ê ya Girê Spî ya Herêma Firatê der barê Komploya Navneteweyî ya ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de semînerek da.
 
Semîner li avahiya Meclisa Jinan a PYD’ê ya li navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna rewşenbîr, hiqûqnas, siyasetmedar, rûspiyên eşîran, nûnerên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dayîn.
 
Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl bi dîmenekî sedem û armancên komployê û beşdarên wê şîrove kirin. Bêrîvan bal kişand ser pêvajoyên têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî.
 
Bêrîvan Îsamîl pêngavên navneteweyî yên ji bo azadiya fîzîkî yaRêber Abdullah Ocalan vegot û diyar kir ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî berdewam bikin heta armancên pêngavê pêk werin.
 
Tirbespiyê
 
Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê jî meşek bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan hate lidarxistin.
 
Meşa ku bi sedan şêniyên navçeyê tevlêbûn, ji pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yên şehîdên azadiyê hatin hildan. Bê navber jî dirûşmên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê hatin berzkirin.
 
Meş li Qada Azadî rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Li vir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Kîwan Kînan axivî. Kîwan Kînan komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: "Hêzên komploger xwestin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de vîn û berxwedana gelê Kurd têk bibe. Lê gel bi says ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser pêya ye. Ev skna gel bi xwe nameyeke ji komplogeran re ye. "
 
Kîwan Kînan bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha dom kir: " Dewleta tirk a dagirker rojane êrişî herêmên me dike û pêşengên me dike hedef. Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û jinên ciwan em ê li hember van êrişan berxwedan û têkoşîna xwe xurttir bikin."
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
 
Şehba
 
Li navçeya Fafînê ya kantona Efrîn û Şehbayê çalakiyeke protestoyî ji aliyê Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniyek der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hate dayîn.
 
Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Fehîma Kalo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî û cîhanê hate kirin ku pêşî li sûcên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bigirin. Her wiha ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.