DFG: Rojnamevanên bi rûmet wê her li dû heqîqetê bin

  • 14:10 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'ê têkildarî binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnamegeran da zanîn rojnamevanên ku rastiyê dibêjin nikarin bi vê şêwazê bidin rawestandin û got:"Rojnamevanên bi rûmet wê her li dû heqîqetê bin."
 
Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney,  nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû hatin binçavkirin. Di heman demê de xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut jî hate binçavkirin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binçavkirin û girtina rojnamegeran da daxuyaniya nivîskî weşand. DFG'ê got rojnamevanên bi rûmet wê her tim li dû heqîqetê bin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Dev ji vî sûcî berdin û hevalên me demildest serbest berdin
 
Li bajarê Îzmîrê vê serê sibê polis avêtin ser malên rojnamevanan û 6 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin. Nuçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Semra Turan, Dalal Akyuz û Tolga Guney, nuçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nuçegihanê Rojnameya Duvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara çapemeniya DEM Partîyê Fatma Funda Akbulut piştî hatin binçavkirin tê gotin ku ew birine şaxa TEM’ê. 
 
Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye em nizanin rojnamevan bi çi têne sûcdarkirin. Lê belê em vê yekê bi hêsanî dikarin bînin ziman ku hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê muameleyeke wisa dîtine. Bi vê operasyona dawî jî tê fêmkirin ku tê xwestin zextên li ser rojnamevanan bê zêdekirin û berdewam bike. Rojnamevanên ku barê ragihandina gel li ser milê wan e tê xwestin ku bêne bêdengkirin. Armanca wan ew e ku kesên heqîqetê diqîrin, dengê xwe bilind dikin, dinivisînin, xêzdikin, dibêjin bê bandor bikin û civakê ber bi taritiyê ve bibin. Lê belê rojnamevanên ku rastiyê dibêjin nikarin bi vê şêwazê bidin rawestandin. Rojnamevanên bi rûmet wê her tim li dû heqîqetê bin. 
 
Divê bê zanîn ku #RojnamevanîNeSûce! Yên ku sûcdar in ew in, ango yên ku bi şêwazeke bêperwa êrîş dikin. Em dibêjin dev ji vî sûcî berdin û hevalên me demlidest serbest berdin. #JiRojnamevananReAzadî "