Li Mûşê 5 ciwan hatin binçavkirin

  • 21:24 12 Çile 2024
  • Rojane
MÛŞ - Di têketina bajaroka Vartînîs a Muşê de 5 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin. 
 
Li Mûşê 5 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin. Ciwanên bi navê Şîlan Nergîz, Maruf Çelîker, Celal Doner, Emrah Bozkurt û Devrîm Çakir dema li Bajarokê Vartînîsê de diçûn ji aliyê polîsan ve erebeya wan hat sekinandin û lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de endamên meclîsê hatin binçavkirin. 
 
Sedema binçavkirina endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ku nehat zanîn, piştî  nexweşxaneyê birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.