Li Mêrdînê 6 roj in Nobeda Edaletê didome

  • 16:21 12 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya Nobeda Edeletê li Mêrdînê di roja 6'an de bi serdanan berdewam dike. Dayikên Aştiyê di çalakiyê de gotin: "Êdî bes e. Em tenê dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe." 
 
34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. 
 
Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Mêrdîn, Edenê û Îzmîrê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.  
 
Çalakiya ku li Mêrdînê hat destpêkirin di roja 6'an de bi serdanan didome. Îro nivîskarên kurd û gelek welatî serdana çalakiyê kir û peyamên xwe anîn ziman. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Acar a ku di çalakiya Nobeda Edaletê de cih digire axivî û got: "Êdî bes e. Bila dilê dayikan neşewite." 
 
Dayika Aştiyê Hasret Aslan jî di çalakiyê de da zanîn ku tenê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwaz dikin. 
 
Adliye Yilmaz jî di nava Dayikên Aştiyê de cih digire wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo serokatiya xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Em tenê daxwaza azadiya Ocalan dikin."