Ji Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga têkoşîna topyekûn

  • 16:08 12 Çile 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê Nobeda Edaletê di roja 9’emîn de bi serdanan sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî didome. Di çalakiya îro de banga têkoşîna topyekûn hat kirin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.  
 
Li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwarn a EG'yê (EGE TUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Ege'yê Nobeda Edaletê ku hatibû destpêkirin di roja 9'an de dewam kir. Li salonê pankarta "Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aşitiya civakî em bibin denge zindanan" û "Li dijî tecride berxwedan" hatin daliqandin. Îro rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bûcayê û Komeleya Alîkarî û Çandê ya Wêranşar-Serê Kanî ya Îzmîrê serdana çalakiyê kirin. 
 
Serokê Komeleyê Ahmet Gultekîn axivî û got: "Edalet û demokrasî ji bo her kesî ye û ji bo Tirkiyeyê hewcedariyek e. Heke pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk li meclîsê bê çareserkirin dê li holê ne bêkarî, ne xizanî dimîne, dê aramî û aştî pêş bikeve. Tenê armancek me heye û ev jî avakirina aştiyê ye. Ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn."
 
Hevseroka HDP'ê ya Bûcayê Nûrşen Ataman jî wiha axivî: "Li dijî tecrîda li hemberî serokatiyê û girtiyên siyasî divê em xwedî li serokê xwe derkevin. Divê hemû malbat piştevaniya çalakiyê bikin. Niha li gelek navenda nobeta edaletê tê kirin. Em Nobedên Edaletê silav dikin."