Fatma Berfe piştî 7 salan hat tehliyekirin

  • 14:17 12 Çile 2024
  • Rojane
MÊRSÎN – Fatma Berfe ya ji 2016'an heta niha di girtîgehê de bû hat tehliyekirin. 
 
Fatma Berfe ya li Gevera Colemêrgê di sala 2016'an de hat binçavkirin û bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin piştî 7 sal girtî ma şûnde hat berdan. Fatmaa ji Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Tersûsê hat tehliyekirin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê ma. 
 
Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bi hinceta wê Fatmayê faliyetên xwe li derve dewam bike 9 mehî tehliyeya wê taloq kiribû. Hevalên Fatmayê ew li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin. Her wiha ÇUKUROVA-TUHAYDER'ê jî Fatma pêşwazî kir. 
 
Di çalakiyên grevên birçîbûnê de cih girtibû 
 
Fatmayê di 2018'an de di nava çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de cih girtîbû. Ev çalakiya greva birçîbûnê ji bo êrişên li ser Efrînê bi dawî bibin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. Fatmayê da zanîn moralê wê baş e lê belê ji ber ku hevalên xwe li dû xwe hiştiye xemgîn e.