Ji TJA'yê li Amedê Konferansa 'Zincîra Bêdengiyê'

  • 12:54 12 Çile 2024
  • Rojane
AMED - TJA dê li Amedê konferanseke ku dê  2 rojan bi dome ya bi sernavê "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna dîwarên li dora girtiyên siyasî yên jin" li dar bixe.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) wê di navbera 13-14'ê Çileyê de li Amedê konferanseke ku dê 2 rojan bidome a bi navê "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna Dîwarên li dora Girtiyên Siyasî yên Jin" li dar bixe. Konferans wê bi axaftina vekirinê ya endama Parlamentoya Ewropayê û parlamentera berê Martina Anderson dest pê bike û ji çar aliyên cîhanê wê gelek jin tevli konferansê bibin.
 
Dê serpêhatiyên girtiyên siyasî yên jin bên nîqaşkirin
 
TJA'yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der barê konferansê de diyar kir ku armanca konferansê ew e ku binpêkirinên mafên mirovan ên li ser girtiyên siyasî yên jin ji Tirkiye û gelek deverên cîhanê tên kirin, bînin rojevê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Ev çalakiya girîng bi armanca parvekirina serpêhatî, têkoşîn û berxwedana girtiyên siyasî yên jin di asta navneteweyî û herêmî de; Em plan dikin ku stratejî û rêbazên parêzvaniyê yên bi bandor di warên cihêreng ên wekî medya, huner û hiqûqê de nîqaş bikin. Konferansa me ya ku bi beşdariya panelîstên ji Fîlîpîn, Filistîn, Kolombiya, Bask, Katalonya, Îran û Başûrê Kurdistanê wê di qada navneteweyî de bê lidarxisitn, wê girtiyên siyasî yên berê, akademîsyen, parêzer, rojnamevan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan jî beşdar bibin. Wê konferansa me civakên çandî û hunerî bîne cem hev û hawirdorek ku dê bikaribe pirsgirêk ji her alî ve bê çareserkirin."
 
Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna konferansê hat kirin.
 
Roja yekem a konferansê dê sê rûniştinan pêk were.