3’yemîn konferansa ciwanan li Şengalê dest pê kir

  • 12:04 12 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 3’yemîn Konferansa Ciwanên Êzidxanê li Şengalê bi beşdariya 300 delegeyan, bi dirûşma “Ji bo Azadiya Rêber Apo cenga azadiyê bi ser bixin xweseriya Şengalê misoger bikin” dest pê kir.
 
 Konferansa Yekitiya Ciwanên Êzidxanê ya 3’yemîn bi beşdariya 300 delegeyan, li navçeya Sinûnê ya Şengalê dest pê kir. Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê  dest pê kir.
 
Li ser navê fermandariya YBŞ’ê Xemgîn Şengalî axivî û wiha got: “Em konferansa 3’yemîn li hemû ciwanan û li civaka Êzidî pîroz dikin. Hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û vê rojê li wan jî pîroz dikin. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku ev konferans dê bibe sedema yekitiya hemû Êzidiyan. Her ciwaneke Êzidî di nava têkoşîn û xebatê de ye, ji ber ku ev erka hemû ciwanên Êzidî ye. Çi dema ku êrîş li ser civakê tên kirin, her dem ên ku li hemberî êrîşan radiwestin ciwan in. Bi bîrdoziya ku me ji Rêber Apo girtiye em dibêjin em li pişta ciwanan in. Planên dijminan ji bo tunekirina ciwanan hene, bi rêbazên koçberiyê, bi şerê taybet û hwd. ji ber ku dizanin hêz û cewhera civakê ciwan in. Ji bo wê jî pêwîst e ciwanên Êzidxanê şiyar bin û rol û misyona xwe bilîzin. Barê herî giran li ser ciwanên Şengalê ye. Serok Apo dibêje me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin. Ji bo wê jî em vê konferansê li hemû ciwanan pîroz dikin.”
 
Paşê li ser navê rêveberiya xweser a Şengalê hevseroka meclisa rêveberiya xweser Cîhan Celo axivî û got: “Em vê konferansê di serî de li şehîdên 74 fermanan pîroz dikin. Bi destpêkirina sala nû me konferansa ciwanan li dar xist. Peyama vê konferansê pêşxistin û rêxistinkirina civakê ye. Ciwan her dem li hemberî qirkirin û zilmê radibin. Di fermanê de jî yên ku li hemberî dijminan sekinîn ciwan bûn. Îro Şengal ji bo Iraqê mînak e, ev yek jî bi saya pêşengiya ciwanan e. Ji bo rêxistinkirina ciwanan di Şengalê de çi ji me bê xwestin em ê bikin. Hêza me ya ciwanan ger qels be dê bandora neyînî li ser me hemûyan bike. Em vê konferansê li hemû kesên ku li hemberî zilm û zoriyê rawestiyane pîroz dikin û bi hêvî ne ku bibe mifteya xurtkirina têkiliya di navbera Şengal û Iraqê de.”
 
Berdevka TAJÊ Riham Hico jî axivî û got: “Em di şexsê hevala Vejîn û Arîn de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Konferansa ciwanan li Rêber Apo û li hemû hevalan pîroz dikin. Li dijî civaka Êzidî her dem êriş didomin ciwanên Şengalê jî dibin hedefa wan êrişan. Erka ciwanan ew e ku li dijî komplo û êrişan li ber xwe bidin. Erka ciwanên Şengalê ew e ku pêşiya koçberiyê bigrin. Erka wan ew e ku Şengalê bi rêxistin bikin. Erka wan ew e ku li dijî nijadperestiyê têbikoşin û ji bo jiyana bi aram xebatên xwe bênavber bidomînin. Ji bo mafên jin, ciwan, zarok, pîr û kalan li Şengalê hebe divê em tifaqa Şengalê pêk bînin. Ev tifaq erka ciwanan e. Em ê Şengalê bi ciwanan re bi rêxistin bikin. Rêber Apo gotibû; ‘Em ê bi ciwanan bi ser bikevin.’ Em jî xwe zana bikin, xwe birêxistin bikin, xwe ji fermanan biparêzin, erka me jî ew e ku em xwe di her aliyê jiyanê de perwerde bikin. Ger jiyana me tenê bi telefonan ve girêdayî be divê bizanibin ev yek jî cureyek êrişan e. Gelek êrişên li dijî ciwanan hene, yek ji wan jî êrişa fikrî ye.”
 
Konferans bi nîqaşan didome.