Bernamzetên Mêrdînê xwe dan nasîn

  • 23:17 11 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Bernamzetên hevşaredariya bajarê mezin a DEM Partî yên Mêrdînê di weşana nasandinê de hatin gel hev. Bernamzetan xwe dan nasîn û di weşanê de li ser tecrîd û grevên birçîbûnê sekin.
 
Bernamzetên hevşaredariya bajarê mezin ên Mêrdînê yên partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM partî) Gulîzar Îpek Bîlek, Devrîm Demîr, SEmîre Demîrel Kut, Necla Fîgen Altindag, Ahmet Turk, Mehmet Newroz Turk, Nazim Kok, Nurullah Kiliç û Abdulvahap Irmak di bernameyê de hatin gel hev. Weşand li Otela Grand pêk hat û li ser ekranên Medya Haber û Stêrk Tv bername zindî hat weşandin. Bernamzetan xwe dan nasîn.