Çalakgerên Nobeta Edeletê hatin berdan

  • 21:08 11 Çile 2024
  • Rojane
STENBOL- Çalakgerên Nobeta Edeletê ku xwestin li ber girtîgeha Tîpa T ya Metrîsê der barê grevên birçîbûn û tecrîdê de daxuyaniyê bidin hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyê çalakger hatin berdan.
 
Li Stenbolê malbatên girtiyan yên di Nobeta Edeletê 30 rojin çalakiya xwe didomînin û xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T ya Metrîsê ya li Esenlerê daxuyaniyekê bidin. Lê polîsan astengî derxist û  gelek kes hatin binçavkirin. 
 
13 kesên hatibûn binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Stenbolê. Piştî îfadeyan ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneya dewletê ya  Bahçelîevler û piştre hatin berdan.