Nobeta Edeletê: Em azadiya serokatiya xwe dixwazin

  • 18:56 11 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Nurê Tarlak ya Nobeta Edeletê ya di roja 5’an de didome axivî û da zanîn ku ew azadiya serokatiya xwe dixwazin.
 
Nobeta Edeletê ya li Mêrdînê bi daxwaza ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd’ hat destpêkirin îro koma nû dewr girt.
 
Gelek kes çûn serdana nobeta edeletê. Her wiha parlamenterên DEM Partiyê Kamuran Tanhan û Berîtan Gumuş çûn serdana nobetê.
Dayika Aştiyê Nure Tarlak ya di nobetê de cih digire axivî û da zanîn ku ew ji bo serokatî û zarokên xwe di çalakiyê de ne. Nure da zanîn ku wê het dawî têkoşîna xwe bidomînin û got yekane daxawza wan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.