Di Nobeta Edaletê de banga piştevaniyê hat kirin

  • 15:46 11 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Gelek kes tevlî Nobeta Edaletê ya li Wanê ya di roja 38'an de didomei bûn. Li vir banga piştevaniyê hat kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya ku li Wanê ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ve (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Wanê  di roja 38'an de bi serdanan dewam dike. Çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê didome. Tevgera Jinên Azad (TJA), Bernamzetên DEM Partiyê û gelek welatî tevli çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya nobetê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin û daxwazên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin ziman.