Li Rojhilatê Kurdistanê zarokekê ji ber şerê bi çek jiyana xwe ji dest da

  • 15:17 11 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin li parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê di encama şerê di navbera du kesan de zaroka bi navê Nîka Ehmed Zad a 6 salî jiyana xwe ji dest da û dayika wê jî bi giranî birîndar bû.
 
Rêveberê Polîsên parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê Qudret Heyderî, ragihand ku di navbera du kesan de şerê bi çekê derket. Her wiha hate diyarkirin ku şer li taxa Çal Sera ya li parêzgeha Îlam derket û dema ku zarokek 6 salî û dayîka xwe li heman cih re derbas dibûn ketin ber guleyan. Di encamê de zaroka bi navê Nîka Ehmed Zad a 6 salî jiyana xwe ji dest da û dayîka wê jî bi giranî birîndar bû.
 
Polîsên Îlamê destnîşankirin ku her du kesên şerkirîn reviyane, lêkolîn û lêpirsîn li ser hatine destpêkirin.