Li Şêranê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan

  • 13:17 11 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên navçeya Şêranê ya kantona Firatê bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" meşek li dar xist.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de meşek li navçeya Şêranê ya kantona Firatê li dar xist. Meşê li pêş Dibistana Şêranê dest pê kir û li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê veguherî mîtîngê. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Di mîtîngê de hevseroka nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatme Osman axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd hêvî ye û got dê têkoşînê geş bikin heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîsoger bikin.
 
Fatmê Osman di dawiya axaftina xwe got: "Em ê her tim li ser pêyan bin, heta Rêber Apo bi fîzîkî di nav xwe de bibînin."
 
Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.