Qedexeya li Çiyayê Gabar hat dirêjkirin

  • 18:46 10 Çile 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Têketinên Çiyayê Gabar ya çoltera Şirnexê 15 rojên din jî hat qedexekirin.
 
Çiyayê Gabar yê di sînorê navçeya Basa û navenda Şirnexê de, bi biryara walîtiyê 15 rojan wek ‘Herêma Ewlehiya Taybet ya ji bo Demekê’ hat îlankirin.   Hat diyarkirin ku wê qedexe heta 25’ê Çile bidome.
 
Walîtiya Şirnexê berê jî ji bo Çiyayê Gabar ji 26’ê Kanûna 2023’an heta 10’ê Çileyê 2024’an têketin qedexe kiribû.