Li Amedê Nobeda Edaletê: Kurd di berxwedanê de ne

  • 16:03 10 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya Amedê bi serdanên piştgiriyê yên Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di roja xwe ya 38'an de dewam kir. Di nobedê de hat diyarkirin ku ji 7 salî heta 7 salî kurd di berxwedanê de ne.
 
Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyas" di 4'ê Kanûna 2023'an de li Amedê hatibû destpêkirin, li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Rezan a Amedê diroja 38'an dewam kir.  Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, rêveber û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê serdana çalakvanan kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
 
'Helwesta dayikan bi qasî laçika wan ronî ye'
 
Salîha Aydenîz li Nobeda Edaletê axivî û diyar kir ku li her qadê hilweşînek heye û hewl  didin ku gel li hev sor bikin. Salîha got, “Ji 7 salî heta 70'ê salî hemû Kurd li ber xwe didin. Dewlet bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd xwe li ser piyan digire. Gelê Kurd aştî û jiyaneke bi rûmet dixwaze û ji bo vê jî divê sîstemeke demokratîk bê avakirin. Hemû têkoşîna me ji bo vê ye. Her çiqas dayîkên me ewqas bedel dane jî dev ji gotina aştiyê bernadin. Birêz Ocalan jî tevî hemû zextan ji bo aştiyeke bi rûmet têdikoşe. Peymana Dolmabahçeyê eşkere ye. Ev gotara li vir ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû. Fikra birêz Öcalan hêviya her kesî geş dike. Ev fikir li Rojava ketin meriyetê. Em dixwazin ev fikir li vir jî bikevin jiyanê. Ev gel naxwazin bê statu û bê ziman bijîn. Helwesta dayikan bi qasî laçika wan a spî û zelal e."
 
Piştî axaftinê dirûşmên "Bijî berxedana zindanan" hatin berzkirin. Çalakiya nobedê bi serdanan dewam kir.