Dayika Aştiyê li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 14:01 10 Çile 2024
  • Rojane
 
RIHA - Dayika Aştiyê Bedriye Demîr ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê par jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. 
 
Dayika Aştiyê Bedriye Demîr ku dema li nexweşxaneyeke Rihayê dihat tedawîkirin di 6’ê çileya 2023’yan de jiyana xwe ji dest dabû, bi boneya salvegera wefata xwe li ser gora xwe ya li Goristana Bedîûzzaman hat bibîranîn.  Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan tevli merasîma bîranînê bûn. 
 
Di merasîmê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz axivî û wiha got: “Dayika me Bedriye Demîr bi hesreta aştiyê wefat kir. Kurekî wê li sirgunê bû û ew nedît. Vê yekê ew pir êşand. Dayika me aştî dixwest û em jî aştiyê dixwazin. Ji bo vê yekê em di şaxê zeytûnê didanin ser gora wê. Bi hêviya ku êdî tu dayik bi hesreta aştiyê jiyana xwe ji dest nedin.” 
 
Parlamenter Dîlan Kunt Ayan jî di merasîmê de wiha got: “Me dayika xwe Bedriye par winda kir. Dayika Bedriye û bi hezaran dayikên din ji bo aştiyê têkoşiyan û jiyana xwe di vê rêyê de ji dest dan. Dayikan bi hesreta zarokên xwe wefat kirin. Em di şexsê dayika Bedriyeyê de vê sozê didin hemû dayikan; em ê heta dawiyê têkoşîna aştiyê bidomînin. Heta ku aştî, azadî û wekhevî tê vê xakê jî dê ev têkoşîn bidome.” 
 
Piştî axaftinan, beşdaran şaxên zeytûnan û çîçek danîn ser gora Bedriyeyê û dua kirin.