MKG: Em ê piştevaniya hempîşeyên xwe 'yên nikarin bixebitin' bikin

  • 11:29 10 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - MKG'ê têkildarî 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin diyar kir ku rojnameger îro li Tirkiyeyê bi her cure zextan rû bi rû dimînin û got:"Em wekî MKG'ê dîsa dibêjin ku em ê, bi hempîşeyên xwe yên "nikarin bixebitin" di nava piştevaniyê de bin. "
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi munasebeta 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyaniya nivîskî parve kir. MKG'ê di daxuyaniya xwe de da zanîn li gor daneyên rapora MKG'ê 10 jinên rojnameger îro li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne û got ew ê bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de bin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Li temamiya cîhanê zextên li ser rojnamegerên di hedefa îktidaran de ne zêde dibin. Li gel vêya rojnamegerên tu carî dev ji pênûsa xwe bernedan jî 10'ê Çileyê roja ku Zagona Karkerên Fikir a hejmara 212'an a sala 1961'ê ket meriyetê heta sala 1971'ê wekî "Cejna Rojnamegerên Dixebitin" pîroz kirin. Piştî sala 1972'yan rojnamegeran ev roj wekî "Roja Rojnamegerên Dixebitin" pîroz kirin. Lê belê rojnameger îro li Tirkiyeyê bi her cure zextan rû bi rû dimînin. Ji ber van zextana rojnameger di serî de jin û zarok û xweza bi tevahî hewl didin dengê her aliyên civakê bidin bihîstin. 
 
Her roj girtin û binçavkirina rojnamegeran zêde dibin. Her roj êrişên curbecur li rojnamegeran tên kirin. Bi taybet ev yek li jinên rojnameger tên kirin. Her wiha li tevahiya kedkarên çapemeniya azad tê kirin. Rojnamegerên jin ên dixwazin karê xwe bikin, têkoşîna xwe ya li dijî êrişan hem li girtîgehan hem jî li derve dewam dikin. Yek ji rojnamegera têkoşîna xwe dewam dike Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Dîcle Muftuoglu ye. Dîcle ev 257 roj in di girtîgehê de ye. Li gor rapora me wekî MKG'ê amade kir Dîcle 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatiye girtin. Niha dîsa li gor rapora me 10 jinên rojnameger di girtîgehê de ne. 
 
Îro ji bo jinên rojnameger "nexebitin" her cure zext û êriş li wan tên kirin. 
 
Em wekî MKG'ê dîsa dibêjin ku em ê, bi hempîşeyên xwe yên "nikarin bixebitin" di nava piştevaniyê de bin. "