'Divê em li hemberî kiryar û dagirkeran her bibin yek '

  • 09:05 10 Çile 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê yên bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dan wiha gotin:"Divê em li hemberî kiryar û dagirkeran her bibin yek dest. Em her tim projeya netewa demokratîk ji xwe re bikin esasa dewamkirina xebatên xwe. Ji bo em bikaribin aloziyên di nava Rojhilata Navîn de çareser bikin pêdivî ji vê yekê heye. Ji bo em bikaribin li dijî êrişan bisekinin pêdivî ji vê yekê heye."
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Bi êrişan binesaziya herêmê, istasyonên elektirîkê, qadên jiyanê tên hedefgirtin û gelek kesî bi êrişan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî êrişan bertek û nerazîbûnên welatiyên li herêmê jî dewam dikin. Jinên li Helebê jî bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî van êrişana tînin ziman û li dijî êrişan her tim çalakî tên lidarxistin. Endama Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk Fatme Al Hisêno û Endama Partiya Sûriya Pêşeroj Hena Kerdoş têkildarî mijarê axivîn. Jinan bal kişandin ser helwesta dewletên navneteweyî û wiha gotin:"Tirkiye nikare bi serê xwe tiştekî bike. Bi destûra dewletên garantor êriş dike. Divê ev dewlet piştgiriyê nedin dewleta tirk û ev şer bê sekinandin. "
 
'Êrişên li ser herêmên me ne nû ne'
 
Endama Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk Fatme Al Hisêno bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û wiha got:" Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi ser herêmên me de dike. Bi taybet di van demên dawî de ji ber hevpeymanên civakî yên ji bo aramiya herêmê tên kirin, dewleta tirk a dagirker êrişên xwe zêdetir kir. Her wiha lidarxistina kongreya Meclisa Sûriya Demokratîk a li bajarê Reqayê jî bawerî da gel û gaveke baş bû. Ev yek jî nayê hesabê dewleta tirk a dagirker û êriş dike. Lê ya girîng ew e ku em li dijî êrişan bibin yek."
 
'Bi  hêz û vîna gelên herêmê wê planên dewleta tirk vala derkeve'
 
Fatmeyê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên ku her armanc dike pêşî li dewamkirina jiyanê bigire û wiha pê de çû:" Dewleta tirk bi hovîtî êrîşên xwe bi ser binesaziyên herêmê de kir. Xuya dike ku ev êrîş bi zanebûn hatine kirin. Dewleta tirk dixwaze bi êrişan, îradeya gel têk bibe û herêmê ji welatiyên wê vala bike. Her wiha dixwaze gel ji projeya xweseriya demokratîk bi dûr bixin. Bi vî awayî kiryarên xwe yên dagirkeriyê her dewam dike lê bi  hêz û vîna gelên van herêman wê planên dewleta tirk a dagirkirina herêmê vala derkeve."
 
'Bi projeya xweseriya demokratîk wê aloziya Sûriyeyê bi dawî bibe'
 
Fatmeyê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wê bi saya projeya xweseriya demokaratîk aloziya Sûriyeyê çareser bibe û wiha got:"Bi riya yekîtiya di navbera tevahî pêkhateyên li ser axa Sûriyeyê wê ev dagirkerî têk biçe. Her wiha wê projeya xweseriya demokratîk xwe bigihîne lûtkeyê û wê bibe çareya herî guncav a ji bo bi dawîkirina tevahî alozî û pirsgirêkên ku îro di Sûriyeyê de rû daye."
 
'Divê şer bê sekinandin'
 
Fatmeyê da zanîn êrişên li dijî herêmên kurdan tên kirin bi destên dewletên garantor in û wiha lê zêde kir:"Tirkiye nikare bi serê xwe tiştekî bike. Bi destûra dewletên garantor êriş dike. Divê ev dewlet piştgiriyê nedin dewleta tirk û ev şer bê sekinandin. "
 
Banga li dewletên navneteweyî 
 
Endama Partiya Sûriya Pêşeroj Hena Kerdoş diyar kir ku dewleta tirk bi êrişên xwe binesaziya herêmê, santralên elektirîkê, qadên jiyanê dike hedef û wiha pê de çû:"Ji ber ku dewleta tirk di roja me ya îro de di nava aloziyek aborî de ye her êrîşên xwe bi ser herêmên me de dike. Dixwaze bi vî hawî qeyranên xwe veşêre û aramiya herêmên me têk bibe. Em li vir gazî dewletên navneteweyî jî dikin ku piştgiriyê bide QSD'ê û li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin."
 
'Projeya xweseriya demokratîk hevjiyana azad dihewîne'
 
Di dawiya axaftina xwe de, Henayê diyar kir ku projeya xweseriya demokratîk gelekî girîng e û wiha got:"Ger ne yekîtiya pêkhateyên Sûriyeyê û ne ji projeya xweseriya demokratîk bûya wê tu çare ji qeyranên li Sûriyeyê nehatibaya dîtin. Projeya xweseriya demokratîk di nava xwe de xwişk û biratiya gelan, hevjiyana azad dihewîne. Divê em li hemberî kiryar û dagirkeran her bibin yek dest. Em her tim projeya netewa demokratîk ji xwe re bikin esasa dewamkirina xebatên xwe. Ji bo em bikaribin aloziyên di nava Rojhilata Navîn de çareser bikin pêdivî ji vê yekê heye. Ji bo em bikaribin li dijî êrişan bisekinin pêdivî ji vê yekê heye."