ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 10 Çile 2024
  • Rojev
 
* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku derbarê netewe dewletên Ereb û pêkhatina Îsraîl weke çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de tespîtên girîng kir jî bal kişand ser çareseriyê. DOSYA 
 
* Jinên li Helebê yên bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dan wiha gotin:"Divê em li hemberî kiryar û dagirkeran her bibin yek dest. Em her tim projeya netewa demokratîk ji xwe re bikin esasa dewamkirina xebatên xwe. Ji bo em bikaribin aloziyên di nava Rojhilata Navîn de çareser bikin pêdivî ji vê yekê heye. Ji bo em bikaribin li dijî êrişan bisekinin pêdivî ji vê yekê heye."
DÎMEN HEYE
 
* Jinan diyar kirin ku çalakiyên Nobeta Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin bi biryar didomin û wiha gotin: “Hîna dereng nebûye divê demildest bi rêberê me re hevdîtin bê kirin. Heta hevdîtin neyê kirin wê çalakiya me bidome. Em ligel zarokên xwe û serokatiya xwe ne. Em ê ewil tecrîdê rakin û piştre azadiya fîzîkî pêk bînin. Heta daxwaza me pêk neyê em ê gavê navêjin.” DÎMEN HEYE
 
* Gundê Kakber di qirkirina 38 û salên 90’î de bi giştî du caran hat valakirin. Welatiyan diyar kir k 12 sale av, ceyran û riya gund tuneye û wiha gotin: “Em surgunkrin, qirkirin lê me tu carî dest ji axa xwe berneda.” BI DÎMEN 
 
* Denîz Şahîn Gumuştekîn da zanîn ku bi sala nû re bi buhabûna hat kirin mûçeyê asgarî yê hat buhakirin hêj nehatiye girtin heliyaye. Denîzê da zanîn li dijî betalî, şert û mercên bê ewle yên xebatê rêxistinbûn hêza herî mezin e. DÎMEN HEYE
 
* Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” li gelek bajaran hatiye destpêkirin dê bidome. (11.00-17.00) BI DÎMEN