Li Efrîn û Şehbayê tecrîd şermezar kir

  • 18:06 4 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Edaletê ya kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.
 
Meclisa Edaletê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Abdullah Ocalan re şermezar kir.
 
Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya gundê Til Sosin ê kantona Şehbayê ji aliyê endamê Dîwana Dadgehê Subhî El Ehmed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye û hikumeta AKP'ê zêdetirî 20 salane bi komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hemû pîvan û qanûnên navnetweyî binpê dike û armanca wê têkbirina îradeya gel e.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin êrişên Tirkiyeyê û hedefgirtina binesaziyan sûcên şer in û li hember wê cîhan bê deng e. Her wiha hat diyarkirin tecrîdê şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mafên girtiyan û mirovan dikin ku van binpêkirinan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.