Li Efrîn û Şehbayê tecrîd şermezar kir 2024-01-04 18:06:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Edaletê ya kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.   Meclisa Edaletê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Abdullah Ocalan re şermezar kir.   Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya gundê Til Sosin ê kantona Şehbayê ji aliyê endamê Dîwana Dadgehê Subhî El Ehmed ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye û hikumeta AKP'ê zêdetirî 20 salane bi komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hemû pîvan û qanûnên navnetweyî binpê dike û armanca wê têkbirina îradeya gel e.   Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin êrişên Tirkiyeyê û hedefgirtina binesaziyan sûcên şer in û li hember wê cîhan bê deng e. Her wiha hat diyarkirin tecrîdê şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mafên girtiyan û mirovan dikin ku van binpêkirinan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.