Erîşên li hember Rojava didomin: Gelek dever hatin bombebarankirin

  • 19:31 26 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê, li Rojava êrîşê mal û kewarên xurekan kirin û di êrîşan de kesek birîndar bû.
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava ji 23’ê Kanûnê de ye didomin. Lİ Girê Ziyaretê Colî ya 4 km ji Girkê Lekê ya girêdayê Qamişlo dur e kewarên genim hatin bombebarankirin. Hat diyarkirin ku êrîş didome û hr wiha li hember herêma Hîzama Bakur a Qamişlo jî êrîş didomin.
 
Li Şedadê topa hat avêtin îsabetê malekê hat kirin û kesê bi navê Salîh El Salîm birîndar bû.
 
Li hember nokteyên kontrolê êrîş
 
Li hember Nokteya kontrolê ya Neîmetlî ya li ser riya Qamişlo-Tirbespiyê û taxa Elaya ya Qamişlo êrîş pêk hatin. Tirkiyeyê li Kobanê jî êrîşê du nokteyên kontrolê kirin.
 
Her wiha gundê Tewîla ya Tîl Temîr a Cizîrê jî hat bombebarankirin.Li gorî agahiyan êrîş didomin.