Erîşên li hember Rojava didomin: Gelek dever hatin bombebarankirin 2023-12-26 19:31:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê, li Rojava êrîşê mal û kewarên xurekan kirin û di êrîşan de kesek birîndar bû.   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava ji 23’ê Kanûnê de ye didomin. Lİ Girê Ziyaretê Colî ya 4 km ji Girkê Lekê ya girêdayê Qamişlo dur e kewarên genim hatin bombebarankirin. Hat diyarkirin ku êrîş didome û hr wiha li hember herêma Hîzama Bakur a Qamişlo jî êrîş didomin.   Li Şedadê topa hat avêtin îsabetê malekê hat kirin û kesê bi navê Salîh El Salîm birîndar bû.   Li hember nokteyên kontrolê êrîş   Li hember Nokteya kontrolê ya Neîmetlî ya li ser riya Qamişlo-Tirbespiyê û taxa Elaya ya Qamişlo êrîş pêk hatin. Tirkiyeyê li Kobanê jî êrîşê du nokteyên kontrolê kirin.   Her wiha gundê Tewîla ya Tîl Temîr a Cizîrê jî hat bombebarankirin.Li gorî agahiyan êrîş didomin.