Welatiyên Amûdê bi çalakiya konvedanê êriş şermezar kirin

  • 16:33 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ev du roj e welatiyên navçeya Amûdê êrişên li dijî herêmê bi çalakiyeke konvedanê li pêşiya ?kargeha zeytûnê ya ku duh hatibû bombebaran kirin, şermezar dikin. ?
 
Kargeha zeytûnê ya li Amûdê di 25`ê mehê de ji aliyê dewleta tirk ve hate ?bombebarankirin. Têkildarî mijarê Însiyatîfa Gel a navçeyê li pêşiya kargehê çalakiyeke konvedanê ya şermezarkirina êrişan veda. Di çalakiyê de bi dehan welatiyên bajarê beşdar bûn. ?
 
Di bin konê çalakiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Muhemed Çolî axivî û wiha got: ?" Armanca dewleta tirk a dagirker ji êrişên li dijî bînesaziyên herêmê aşkera ye, lê ew ê tu carî ?bi van êrişan armancên xwe pêk neynin. Ji ber em ê destkeftiyên gelê xwe û yê herêmê ?biparêzin û berxwedana xwe bilind bikin."?
 
Çalakiya konvedanê bi şermezarkirina êrişan bi dawî bû.