Hejmara kesên li Rojava hatin qetilkirin derket 7'an

  • 20:21 25 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk de jina ciwan a bi navê Aya El Sebawî jî jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên li Qamişloyê hatin qetilkirin derket 7’an.
 
Di encama bomberdûmana dewleta tirk a li ser gundê Um El Fursan ê li rojhilatê Qamişloyê de jina ciwan Aya El Sebawî jiyana xwe ji dest da û dotmama wê Sureya El Sewabî jî birîndar bû.
 
Di danê êvarî de dewleta tirk kargeheke terzî û stasyona petrolê ya Qenat Siwês a li taxa Meyselûn a Qamişloyê jî bombebaran kir.
 
Bi vî awayî di êrişên dewleta tirk de 7 welatiyên Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. 
 
Li Kobanê jî 2 karker birîndar bûn.